Tekoşer û şoreşger Sema Yuce, li Kobanê hat bibîr anîn

Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star jinên Kobanê têkoşer û şoreşgera Kurd Sema Yuce bibîr anîn.

Kobanê - Di dirêjahiya dîroka Kurdan de gelek jinên têkoşer hene yek ji wan jinan, têkoşer û şoreşgera mezin Sema Yuca ye ku di 21'ê Adara 1998'an de di dema ku di girtîgeha Çanakkale de dihat girtin, li dijî polîtîkayên tunekirin û komkujiyê ya li ser hebûna gelê kurd dihat ferzkirin çalakiyek pêk anî. Sema Yuce ya li dijî polîtîkayên dewleta tirk a li ser kurdan bedena xwe da ber agir, di 17'ê Hezîrana 1998'an de jiyana xwe ji dest da.

Bi wesîleya 24’emîn salvegera Sema Yuce, rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê civînek li ser hola Çand û Hûnera Baqî Xido birêxstin kir.

Civînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre endama komîteya perwerdeyê ya Kongreya Star Hedel Osî nameya têkoşer û şoreşger Sema Yuce xwend. Paşê endama komîteya jineolojiyê Denîz Firat qala jiyan û berxwedana Sema Yuce kir.

Civîn bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

"Sema Yuce sembola jina azad e"

Endama navenda Çand û Hûnera Baqî Xido Leyla Ehmed nêrîna xwe wiha bi me re parve kir û got: "Ew jinên berxedêr a  ku serî li hemberî dewleta tirk netewandin û gihîştin asta şehadetê em wan di şexsê Sema Yuce de bibîr tînin. Ew jinên têkoşer jinên xeta azadiyê girtin îro ku bûne sembol ji hemu jinan. Bîranîna heval Sema cihê rêzgirtinê ye. Hêza jin têrê dike ku dunyayê bi rêve bibe weke Arîn, Rêvanan û Sema yan jinên ku bi cihan re dide xuya kirin. Rêber Apo dibêje ger jin azad nebe welat jî azad nabe. Jinên ku xwe feda kirin dîrok navê wan bi tîpên zêrîn nivîsandin."