Berdevka HDP'ê Ebru Gunay: Em natirsin
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, diyar kir ku Kurd ji aliyê hikûmetê ve bi taybetî tên hedefgirtin û der barê rojnamegerên hatin girtîn û hedef nîşandana Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan de, wiha got: “Em ji gef û komployên we natirsin.”
Enqere- Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya heftane ya li avahiya partiyê de geşedanên têkildarî rojeva Tirkiyeyê nirxand. Bi giranî rojeva sereke ya Ebru Gunay girtina rojnamegerên Kurd û Meşa Gemlîkê bû.
“Ji heqîqetê ditirsin”
Ebru Gunay diyar kir ku rojnamegerên Kurd piştî bi rojan di binçavan de man, hatin girtin, da zanîn ku binçavkirin û girtina rojnamegeran nîşaneya tirsa hikûmetê ya ji rastiyê ye û wiha domand:
“Rojnamegerên Kurd ne îro di salên 90'î heta îro her dem hedef hatin girtin. Hatin binçavkirin, girtin û qetilkirin. Di sala 2011'an de bûn hedefa cemaetê, niha jî bûn hedefa îqtîdara faşîst AKP-MHP'ê. Girtina rojnamegeran nîşaneya tirsa hikûmetê ya ji rastiyê ye û AKP bi pêkanînên bi vî rengî Tirkiyeyê dikşîne nava rewşeke tarîtir. Çapemeniya Kurd duh li hemberî kirinên kiryar nediyar bêdeng nema û îro jî bêdeng nmîne. Em girtina rojnamegeran şermezar dikin. Em carek din bang dikin û dibêjin ku em ê her dem li cem çapemeniyê bin. Ji ber ku çapemeniya azad dê heqîqeta wî welatî binîvîsîne û dê bibe dengê rastiyan.”
“Pergaleke taybet li Îmraliyê ava kirine”
“Wekî hûn jî dişopînin dawiya hefteyê me xwest ku bi sazî û dezgehan re li dijî tecrîdê, bi awayekî demokratîk ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ji Wanê heta Edîrneyê, bi dehhezaran kes tecrîda li Îmraliyê qebûl nekirin û xwestin beşdarî meşê bibin. Lê zîhniyeta AKP-MHP’ê destûr nedan gel bimeşe. Hem qanûnên xwe hem jî qanûnên navneteweyî nas nakin û pergaleke taybet li Îmraliyê ava kirine.”
“Dixwazin Tirkiye bibe weke girava Îmraliyê”
“Li Tirkiyeyê bêhiqûqî, bêedaletî roj bi roj belav dibe. Pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin, roj bi roj li her derê tê avakirin. Dixwazin Tirkiye bibe wek girava Îmraliyê. Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin polîtîkayên li dijî Kurdan in û bi vê ve girêdayî jî tecrîd e. Ev zîhniyeta yekperest û faşîst Kurdan qebûl nake û mafên Kurdan binpê dike tecrîdê kûr dike.
Lewma me xwest em ji bo çareseriyê bimeşin Gemlîkê. Li Amed, Serhed, Çûkûrova û Marmarayê me xwest em ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Bi hezaran welatî ji bo çareserî, azadî û aştiyê ketin rê. Lê belê we jî dît êrîşeke hovane li dijî me hat kirin. Bi taybetî jî rewşa ku li Stenbolê derket holê, zîhniyeta vê desthilatdariyê careke din aşkera kir.
“Me tecrîda Îmraliyê li Stenbolê jî dît”
Êrîşên ku li Stenbolê pêk hatin encama tecrîdê bûn. Li dijî parlamenteran êrîş û astengî hatin pêkanîn. Parlamenterên me hatin derbkirin. Welatî hatin binçavkirin û îşkence li wan hat kirin. 2 hevalên me hatin girtin. Di meşa me ya demokratîk de astengiyên pir mezin derxistin pêşiya me. Tecrîd ev bi xwe ye. Me tecrîda Îmraliyê li Stenbolê jî dît.”
“Em gavekê jî paşve venakişin”
“Em baş dizanin êrîşên hovane talîmatên kê ne. Bila ew jî baş bizanin ku êdî tu meşrûiyeta vê desthilatdariyê nemaye. Belê karê wan qedexekirin, astengî, bêhiqûqî ye lê helwesta me jî berxwedan û têkoşîn bû. Em gavek jî paşve venakişin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û em ê her dem li her derê vî sûcî îfşa bikin."
“Hûn çi bikin çi nekin hûn ê winda bikin“
Ebru Gunay der barê hedefnîşandana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylu ve di bernameyeke televîzyonê de axivî, wiha got: “Gotinên wî yên der barê Hevseroka me Pervîn Buldan de komplo ne, îftîra ne û nîşaneya kîn û dijminatiya wî ya li dijî partiya me ye. Sûcên ku pêk tînî û rûyê xwe yê tarî bi êrîşkirina li ser partiya me veşartin bêfeyde ye. Hûn tirsa xwe ji me didomînin, ji ber ku siyaseta me ya çareserî û aştiyê bêguman wê siyaseta we ya dijminatî û şer ku bi tirs mezin bûye têk bibe. HDP dê li dijî faşîzma we têkoşîna gelan bidomîne û aştî û demokrasiyê bîne vî welatî.”