Li kampa Holê cenazeyên 2 jinan hatin dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên 2 jinên ku li kampa Holê ya Hesekê hatibûn qetilkirin dîtin.

Navenda Nûçeyan - Ji destpêka sala 2022'an ve li kampa Holê bûyerên qetilkirina jinan zêde bûye. Li gorî ajansa Hawarê, cenazeyên 2 jinên hatine qetilkirin li beşa sêyemîn a kampê hatin dîtin û cenazeyek ê jineke ji Reqayê ya bi navê Fatma Omer El-Muxlif e û yê din jî nehatiye naskirin.