“Hûnê heya kengê ji nedîtî ve bên?”

Xizmên girtiyan ku di nobeta edaletê de ketin meha xwe ya 8’an, xwest girtiyên nexweş bên berdan.

Amed- Malbatên ku dixwazin girtiyên nexweş ên înfaza wan dişewite û rewşa wan girane bên berdan,nobeta xwe ya edaletê didomînin.

Xizmên girtiyan îro li ber Edliyeya Amedê bûn. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û alikariyê ya bi kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe winda kirine (MEBYA-DER), Rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER), Endamên Komeleya Lêkolînên Çnad û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER û hejmarêk zêde welatî piştgirî dan Nobeta Edaletê .

“Daxwazên me mirovî ne” 

Herdem Merwanî îro di axaftina xwe de, diyar kir ki nobeta wan ketiye meha 8'an û ev tişt got: "Em dixwazin daxwaza me ya berdana girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin bê qebûlkirin. Lê hin kesan guhê xwe ji daxwaza me re girtine. 8 meh in zilm li xizmên girtiyan tê kirin. Girtî nayên dermankirin û di şertên zor de dijîn. Her roj rewşa wan girantir dibe. Daxwazên me mirovî ne. Em mafê mirovan diparêzin. Lê rexmî vê jî kes dernakeve pêşberî me û ji bo van daxwazên me neaxive. Werin dengê malbatên girtiyan bibihîzin. Hemû mafên girtiyan ji destê wan hatine girtin. Hûn ê heta kîngê vê paşguh bikin.”

“Em ê bi wan re bin”

Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada jî wiha got: "Bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Em ê dev ji zarokên xwe bernedin. Zarokên me neheqiyê nekirine. Zarokên me ji ber ku ziman, nasname û xaka xwe parastine girtî ne. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Bila vê bizanibin zarokên me ne bêxwedî ne û heta niquta xwîna xwe ya dawîn em bi têkoşîn û doza wan re bin."