Li Tûnisê înîsiyatîfa "Em hemû mirov in" a ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinên koçber
Armanca înîsiyatîfê ew e ku tevkariyê li têkoşîna li dijî tundiyê bike, rakirina hişmendiya gel li ser rastiya jinên koçber ên mexdûrên şîdeta li ser bingeha zayendî û hişyarkirina jinên koçber di derbarê mafên wan de.
ZOUHOUR MECHERGUİ
Tûnis – Di bin dirûşma "Em hemû mirov in" Navenda Lêkolîn, Belgekirin û Agahdariya li ser Jinan "CREDIF" bi hevkariya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinên koçber înîsiyatîfa "Em hemû mirov in" da destpêkirin. Înîsiyatîfa "Em hemû mirov in" ku 14'ê Hezîranê dest pê kir û dê 7 rojan berdewam bike, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinên koçber e û li dijî tundiya zayendî şer dike û jinên koçber bi mafên wan yên qanûnî perwerde bike. Têkildarî mijarê berpirsa peywendiya li CREDIF Meryem El-Şayib li ser înîsiyatîfê ji me re axivî.
"Ji kîjan neteweyê be reng û zayenda wî çi be jî divê rêz û hurmet jê re were girtin"
Meryem El-Şayib da zanîn ku ji bo pêşwazîkirin û rênîşandana jinên koçber dewreyeke perwerdeyê hebû û wiha pê de çû: "Çar şahidiyên zindî yên koçberên ji şîdeta li ser bingeha zayendî rizgar bûne dê werin pêşkêş kirin. Der barê şîdeta zayendî de wê atolyeya hişyarkirinê bê lidarxistin. Pêşangehek di bin navê "Derveyî 100 Metreyî" de, ji hêla komek esnafan, veberhênerên koçber û komeleyên ku di warê kargêriyê de çalak in, dê were lidarxistin. Armanca înîsiyatîfê ew e ku tevkariyê li têkoşîna li dijî tundiyê bike, rakirina hişmendiya gel li ser rastiya jinên koçber ên mexdûrên şîdeta li ser bingeha zayendî û hişyarkirina jinên koçber di derbarê mafên wan de. Navê "Em hemû mirov in" ji vê yekê tê ku ji kîjan neteweyê dibe bila bibe û reng û zayenda wî çi be jî divê rêz û hurmet jê re were girtin."
Hat ragihandin ku ev însiyatîf di çapa xwe ya duyemîn de, di çarçoveya bernameya Wezareta Karên Derve û Hevkariyê ya Îtalyayê ya ji bo pêşkêşkirina xizmetên bingehîn ên ji bo tenduristiya zayendî û zayînê de pêk hatiye.