Derbarê mamosteya Bahbahanê Furûx Husrewî de biryara girtinê
Hat ragihandin ku ji aliyê 2’yemîn Şaxa Lêpirsînê ya Dozgeriya Komara Şoreşê ve der barê mamosteya dibistana seretayî Furûx Husrewî ya Bahbahanê de biryara girtinê hatiye girtin.

Navenda Nûçeyan – Hat diyarkirin ku der barê mamosteya dibistana seretayî Furûx Husrewî ya li bajarê Behbahanê yê eyaleta Xuzistana Îranê dijî, biryara girtinê hatiye girtin.
Furûx Husrewî rûbirûyî sûcên weke ‘Li dijî komara Îslamê ya Îranê, xebatên propagandayê daye meşandin, propagandaya destekdayîna çalakiyên Îsraîlê, li dijî lîderê komarê û avakerê rejîmê heqaret, li dijî pîroziyên îslamê û îmamên bêguneh heqaret, di heman demê de li qadên civakî li gorî hîcaba bi zorê tevnegeriyaye’ maye.
Di dosyaya Furûx Husrewî de navê hevjînê wê yê berê Hadî Hakim Shafaeî weke şahid cih girtiye. Her çendî were diyarkirin ku dosyaya wê hê vekiriye jî li gorî agahiyên malbatê heta niha tu teblîxatek jê re neşandine.
Furûx Husrewî di 29’ê Tîrmehê de ji aliyê Yekîneyên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hatibû binçavkirin, di 8’ê Tebaxê de li beramberî kefaleta 2 milyar tumen ji girtîgeha Sepîdar a Ahvazê bi demkî hatibû berdan.