Jinên Ereb yên Til Temirê: YPJ yekem mînaka balkêş a dîroka Sûriyê ye
Jinên Ereb yên bajarê Til Temir û Çiyayê Kizwanan gotin ku YPJ artêşek jinan a wek yekem mînaka balkêş a di dîroka Sûriyeyê de ye û naskirina hêza wê ji aliyê hikûmeta demkî ve, gavek e sûdmend e.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Di çarçoveya entegrasyona demokratîk de daxwaz hatiye kirin ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) beşdarî nav artêşa Sûriyê bibe. Bi vê mebestê di 26’ê Nîsanê de kampanyayek ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava hatibû ragihandin.
Jinên Ereb li bajarê Til Temir û Çiyayê Kizwanan piştgirî dan kampanyayê û daxwazên xwe anîn ziman.
‘Rola YPJ’ê nikare bê înkarkirin’
Sena Tamir got ku beşdariya YPJ’ê di nav artêşa Sûriyeyê de bêyî ku guhertin di sîstema wê de çêbibe gavek girîng e û wiha dewam kir: “YPJ nûnertiya nasnameya hemû jinan li Rojavayê Kurdistanê dike. Em dixwazin YPJ entegre bibe, çimkî li dijî DAIŞ’ê û hemû komên ku êrîşî herêmê kirin û jinan hedef girt, şer kir û jin bi îrade kir. Ji ber ew mezintirîn artêşek jinan e ku giştî jinên Sûriyê hewand û birêxistin kir. Em nikarin rola YPJ'ê înkar bikin û bandora wan li ser giştî jinan paşguh bikin. Em dixwazin hebûna wan were naskirin û erêkirin. Nenaskirina YPJ’ê di çarçoveya entegrasyonê de, nenaskirina îradeya tevahiya jinan e.”
‘Di dîroka Sûriyeyê de YPJ yekem û mezintirîn mînak e û naskirina wê baş dibe
Sena da zanîn ku YPJ di serkêşiya şerê li dijî terorê de bû, ji lewra bêyî entegrebûna wê entegrasyon seqet dimîne û wiha pêl da gotina xwe: “YPJ mezintirîn û yekem mînak e li ser asta Sûriyeyê û dîroka wê. Ji lewra di gelek şeran de biser ket û bi deh hezaran jin birêxistin kirin. Ne di serdema Rejîma Baasê û ne jî di serdema niha ya hikûmeta demkî de, tenê di heyama Rêveberiya Xweser de jin bûn xwedî hêzek parastinê û YPJ’ê ava kirin. Ji lewra hikûmeta demkî ji bo Sûriyeke wekhev û jinên parastî, dikare sûd ji hebûna YPJ’ê û ezmûnên wê bi entegrebûna wê bigre.”
‘Ji bo her jinek ku dixwaze mafê xwe bistîne divê hêza wê ya parastinê hebe’
Merwa Îsa ji Çiyayê Kizwanan jî girîngiya hebûna YPJ’ê ji bo parastina jinên ku heta niha beşek biçûk ji mafê xwe negirtine bilêv kir û wiha got: “Ji bo ku jin mafê xwe bidest bixin, divê YPJ hebe, wekî hêzek jin bikaribe wê biparêze û bi rûmet bijî. Ew azadiya ku em wê dixwazin ne derketina ji ol, kevneşopiyên civak û ehlaqê wê ye, ji wê mezintire. Hêviya me ew e ku jin herî kêm mafê jiyanek bi ewle û aştiyane bidest bixin û hêviya me jî bi YPJ’ê mezin e. Di oxira jiyanek azad û birûmet de gelek şervanên jin şehîd bûn û YPJ’ê piştgirî da gelek jinan jî.”
‘Di dema Pêxember de jî jinên sehabî hebûn ku şer jî dikirin’
Merwa ya ku pêwîstiya jinan bi parastinê dibîne, diyar kir ku divê YPJ hebe û sedemên vê daxwaza xwe bi van gotinan anî ziman: “Gava ku îro jin rastî tundiyê tê, dizane ku berê xwe bide kîjan hêza ku ewê wê biparêze û palpişt be jê re. YPJ’ê jinên lawaz bihêz kir û rêya zanebûn û zanistê nîşanî wan da û dide jî. Ne wekî gelek kes dihizirin ku YPJ hêzek li dijî hîcab, ol û ehlaqê civakê derketiye, ew hêzek e parastinê ye û ji bo azadiyê têdikoşe. Her wiha di dema Pêxember de, jinên sehabî hebûn ku şer jî dikirin. Jin bê parastin nabe.”
‘YPJ bi naskirina hêza wê dikare palpiştiyê bide civak û hikûmetê’
Merwa hêvî kir ku YPJ bimîne û sedema wê jî spart hewcedariya jinan bi hêzek parastinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ku hikûmeta demkî YPJ’ê nas bike çimkî sûdê dide civakê û zirarê nadê. Ji ber YPJ dikare palpiştiyê ji civakê û ji tevahiya hikûmetê re jî bike.”