Meclîsa Îştar a Mexmûrê: Divê statûya YPJ’ê bê pejirandin
Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê banga KJK’ê ya ji bo statûya YPJ’ê silav kir û destnîşan kir ku YPJ li hemberî êrişên kapîtalîst û çeteyan, garantiya jiyana azade.
Mexmûr – Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo banga KJK’ê ya derbarê statûya YPJ’ê de ragihand û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, pejirandina statûya YPJ’ê ji bo jinan meseleyeke hebûn û tunebûnê ye.
Daxuyanî bi tevlîbûna şêniyên wargehê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Îştar Axîn Gokalp daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Di sedsala 21’an de hêzên kapîtalîst êrişên xwe li ser jin, civak û xwezayê zêdetir kiriye. Ji van şeran yê ku herî zêde bandor dibin jin û ciwanin. Li hember zîhniyeta zilamsalar ya 7 hezar salan têkoşîna jinan wek îro her berdewam kiriye. Li hember hemû êrişên pergala kapîtalist ku jin tine dihesibîne, bê îrade dike û dike keybanuya metayan, jin xwedî hebûna xwe derdikeve û li hember êrişan berxwe dide. Ji dîrokê heya roja me ya îro jin her roj bi kuştin, tecawiz û tundiye re rûbirû maye. Li hember van êrişan yê ku jin biparêze jin bi xwe ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jin ketin ferqa hêza xwe û li hember hemû êrişên derve hêzên xweparastinê ava kirin. Di manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk de ku Rêber Apo bal dikşîne ser Netewa Demokratîk alternatîfa xilasiya ji pergala kapîtalîste. Bi pergala Netewa Demokratîk mirov dikare hebûna xwe bidomîne.
‘Şervanên YPJ’ê li hember DAİŞ’ê bi egîdane şer kirin’
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengtiya jin pêşket, bû îlhama tevahî jinên Cîhanê. Jinan li hember êrişên derve û hundir ji bo parastina tevahî jinan YPJ (Yekîneyên Parastina Jin) ava kir. Di 5-6 Çileyê de ji aliyê çeteyên HTŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê êrişek berfireh hat destpêkirin. Di van êrişan de ji aliyê çeteyên ku ti eleqeya wan bi mirovahiyê nîne cenazeyê Ş.Denîz Çiya ji bînayetan hat avêtin, porê şervanek YPJ’ê qut kirin û bi sedan mirovan qetil kirin. Bi van êrişên xwe yê hov çeteyên HTŞ’ê xwestin tirs bêxin nav jinan. Lê şervanên YPJ’ê paşde gav ne avêtin û li hember hemû êrişan bi egîdane şer kirin.
‘Divê demildest statûya YPJ’ê were qebûlkirin’
Beriya niha ji bo giringiya xwe rêxistin kirin û xweparastina jinan ji aliyê KJK’ê ve hemleya bi navê ‘Niha dema jinê ye’ hat destpêkirin. Di vê çarçovê de xebat hatin meşandin. Bi êrişên li ser YPJ’ê de jî hat dîtin ku pêwîste em wek jin ji bo ku hebûna xwe parêzin pêwîstî bi hêza xweparastinê heye. Niha li Rojavayê Kurdistanê ti garantiya hebûna jinan û civakê li hember hikûmeta demkî ya Şamê nîne. Serdema ku behsa modern bûnê tê kirin di hemû beşên civakê de jin têde cih digre, hikûmeta demkî ya Şamê bi derxistina hinek qanûnan hebûna jinê tine dihesibîne. Lewma ji bo pejirandina statûya YPJ’ê divê ti astengî ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve neyê derxistin û statûya YPJ’ê bê pejirandin. Li ser vê esasê di 26’ê Nîsanê de ji aliyê platforma hevpar ya jinan ve kampanya hat destpêkirin. KJK xwedî li vê kampanyê derket û banga tevahî jinan kir.
‘YPJ hebûna jinê û hêviya jiyanê ye’
Em wek Meclîsa Îştar li banga KJK’ê xwedî derdikevin û ji bo pejirandina statûya YPJ’ê piştgiriya xwe diyar dikin. YPJ hebûna jinane, YPJ hêviya jiyanê ye. Heya ku statûya YPJ’ê were pejirandin emê di nava çalakiyan de bin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana YPJ’ê’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî bû.