Sanae Takaiçî bû yekem serokwezîra jin a Japonyayê
Li Japonyayê di encama dengdayîna ji bo meclîsê de lîdera Partiya Demokrat Lîberal Sanae Takaiçî, bû yekem serokwezîra jin a Japonyayê.

Navenda Nûçeyan – Di dîroka siyasî ya Japonyayê de cara pêşîn jinek bû serokwezîr. Lîdera Partiya Demokrat Lîberal (LDP) Sanae Takaiçî, di dengdayîna li meclîsê de 237 deng girt û bû serokwezîra nû.
Sanae Takaiçî ya 64 salî, zaroka bavekî xebatkarê ofîsê û dayîkek polîs e. Beriya dest bi kariyera xwe ya siyasî bike, bernameyên televîzyonê çêdikir û di koma muzîka metal de li defê dixist. Sanae Takaiçî, diyar dike ku eleqeya wê ya ji siyasetê re di salên 1980’yan de di dema aloziyên bazirganî yên di navbera DYE-Japonyayê de çêbûye.
Polîtîkayên ji bo jin û extiyaran
Serokwezîr Sanae Takaiçî, çawa hat ser peywirê, bi taybetî bi polîtîkayên xwe yên ku balê dikşînin ser pirsgirêkên civakî yên jinan û extiyaran derket pêş. Di nava hedefên wê yên destpêkê de zêdekirina xizmetên tendirustiya jinan li nexweşxaneyan, kesên li malan dixebitin îtîbara wan were zêdekirin û ji bo civaka Japonyayê ya ku zû extiyar dibe, pêşxistina vebijarkên xwedîkirinê hene.