Rûxmê ku 30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn jî tecawizkar nehat girtin

Mustafa T. ê ku ji ber destdirêjiya pergalî li keça xwe kir carek din 30 sal cezayê girtîgehê girt, rûxmê cezayê jî car din nehat girtin.

Navenda Nûçeyan- Derket holê ku Mustafa T. ê ku li Mêrsînê dijî, 5 salan bi awayekî pergalî destdirêjî li keça xwe M.T kiriye.

Piştî zarok bi encama destdirêjiyê zarokêk anî jiyanê, Mustafa T di sala 2019’ an de hat binçavkirin û girtin. Mustafa T. yê ku bi îdiaya "îstîsmara zayendî ya bi nîtelikli" tê darizandin, ji ber çalakiyê “li dijî mexdûra ku keça wî ye pêkaniyê” 30 sal cezayê girtîgehê girt. 30 sal cezayê girtîgehê ya ji aliyê dadgeha herêmî ve hat dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi gotina “ rizaya wê heye” hat betalkirin û bersûc hat tehliye kirin.

Rûxmê cezayê nehat girtin

Piştî biryara Dadgeha Bilind danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin. Parêzerên ku di danişîne de parastin kirin, xwest biryara berdanê bê betalkirin û bersûc bê girtin. Parêzeran diyar kirin ku kiryar piştî berdana tawilê xwestiye biçe malê û zarok bibîne û wiha gotin: “ Di holê de zarokek heye. Di holê de ye ku pêkhatina êrîş sabit e. Biryara berê ya dadgeha herêmî û dadgeha herêmî daye, di cih de ye. Divê biryara Dadgeha Bilind ya betalkirina biryar were red kirin. Divê bersûc ji nû ve were girtin.”

Dadgehê, li dijî biryara Dadgeha Bilind 30 sal cezayê girtîgehê li bersûc birî. Lê belê dadgehê biryara girtinê neda. 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê, biryarê ji Lijneya Giştî ya Cezayê ya Dadgeha Bilind re bişîne. M.T. bi van gotinan li hemberî dadgehê ku biryara girtinê neda bertek nîşan da, "Ma dewletek wiha dibe?"

“Mîsogeriya vê tune ye”

M.T ya ku di dawiya danişînê de axivî, wiha got: “Ne mimkune ku ez tiştê li min hatiye kirin qebûl bikim. Tu mîsogeriya vê tune ku tu tiştên bi min da jiyîn, bi zarokên min nede jiyîn. Dewlet nikarê vê mîsogeriyê bide min? Bila edalet wiha nebe. Ez ê pey vê dozê bernedim.”