Gelê Kobanê li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê herikî qadan

Bi hezaran kesên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi vîna gelan û gerîla em ê faşîzm, dagirkerî û xeta îxanetê têk bibin û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin" meşiyan.

Kobanê - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan di encama komployeke navdewletî de di 15`ê Sibata 1999`an de hat girtin. Dewleta tirk ku Rêber Ocalan di girava Îmraliyê girtiye, hemû şert û mercên jiyanê qedexe dike û veguheriye tecrîdeke giran. Di tevahiya 23 salên komoloyê de, dewleta tirk û hevkarên wê bênavber êrîşî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd dike.

Di vê çarçoveyê de îro bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê û ciwanên Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya bi berxwedana şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, meşiyan.

Meşê bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Gerîla rûmet e" û hildana poster û wêneyên rêber Abdullah Ocalan ji qada Jina Azad dest pê kir, ber bi qada şehîd Egîd ve çû û rawestiya.

Di destpêkê de deqeyek rêz hat girtin, piştre hevseroka meclisa navçeya Şêranê Litfiye Silêman û hevserokê giştî yê PYD`ê Enwer Mislim axivîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku dê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn bilind bibe.

Meş bi dirûşmên şermezarkirina tecrîdê û silavkirina berxwedana li Başûrê Kurdistanê bi dawî bû.

Jinên beşdarî meşê bibûn di çarçoveya meşê de nêrîn û helwesta xwe anîn ziman.

"Hebûna me girêdayî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ye"

Selama Etî Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rewşa gelê Kurd re girê da û wiha got: "Em îro bi hezaran ji şêniyên herêmê daketin e qadan da ku em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar bikin û piştgiriya xwe ya bi şervanên Tevgera Azadiyê re diyar bikin. Dewleta tirk xwest bi girtina Rêber Apo gelê Kurd û tevgera Apoyî ji holê rake, rast e ew fîzîkî di girava Îmraliyê de ye lê bîrdoziya wî 23 sal in di dil û mêjiyê me de dijî. Ev zêdetirî du mehan e ku şer û pevçûnên dijwar û hov li Başûrê Kurdistanê rû didin. Me weke Kurd xwe bi bîrdoziya Rêber Apo mezin kir, ji ber vê yekê dewleta tirk û tevahî hêzên komploger nikarin bi êrîşên qirkirinê me tune bikin."

"Em ê projeya Rêber Abdullah Ocalan biparêzin û mezin bikin"

Rêveberiya Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Buşra Ehmed behsa projeya Neteweya Demokratîk û girîngiya wê kir û got: "Em îro weke ciwanên Reqayê beşdarî meşa ji bo azadiya Rêber Apo bûne. Li ser vê bingehê banga me ji bo tevahî gelan heye û bi taybet ciwanan ku beşdarî pêngava "Werin Cenga Azadiyê" û projeya Neteweya Demokratîk bibin. Em weke tevgerên ciwanan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên li ser xakên Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Me weke jinên ji pêkhateya Ereb maf û azadiya xwe di nava projeya Neteweya Demokratîk de nas kir, ev proje jî xwe dispêre bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan. Em ê weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê projeyê bi hev re biparêzin û mezin bikin."