Jinan li Mexmûrê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
Jin û dayikên Mexmûrê soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê dan û diyar kirin ku ew ê bi ruhê berxwedana zarok, xwişk û birayên xwe yên li hemberî qirkirinê, têkoşînê bilind bikin û serkeftinê mîsoger bikin.
Mexmûr- Bi pêşengiya Meclisa Îştarê jin û dayikên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo şermizarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û piştgiriya gerîla bi kefiyeyên xwe yên cemedanî li ber deriyê Meclisa Îştarê kom bûn û daxuyanî dan. Beriya daxuyanî dest pê bike deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Nuran Sezgîn axivî.
Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Nuran Sezgîn bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dewleta tirk a faşîst, hikumeta AKP/MHP hevkarên wan ên ku di vî şerê qirêj de weke aktorek sereke rola xwe dilîze mala Barzan PDK, yên ku di vî şerê qirêj de rola sê meymûnan dilîzîn ewqas şerek dijwar li tu derê, li cihê penaberan bombe nehatine barandin, li ser gelan çekên kîmyewî nehatine barandin bêdengiya wan em şermezar dikin. Dema hikumeta AKP/MHP li çiya li hemberî şervanên azadiyê têk diçin çekên kimyewî li hemberî şervanan bi kar tînin û ji bo ku tola têkçûna xwe hildin, êrîşî gelê sivîl dike û bi înkar û îmhayê dixwaze tola xwe rake. Bila vê yekê ji bîr neke ew şervan û xwendevanên Rêber Apo ne. Êv êrîş tu carî dê bi ser nekevin, îradeya şervanên azadiyê ya ji pola hemû hewldanên dewleta faşîst a tirk vala derxist. Ev êrîşa hezimnekirina wane, li dinyayê tu caran êrîşek bi vî awayî nehatiye meşandin. Li hemberî van êrîşên ku dewleta tirk dike tu caran şervanên azadiyê û gelê Kurd çok danenîne. Şervanên azadiyê ji şehîd, Rêber Apo û gelê Kurd re soz dane, çawa ku Mehmed Tunc, Asya û rêhevalên wan çok danenîn em jî çok danaynin. Ger hevkarên dewleta tirk pêşangî jê re nekirana dewleta tirk nikaribû lingê xwe biavêje bostek axa Kurdistanê.
“Em jinên li wargeha Mexmûrê li kêleka şervanên azadiyê ne”
Nuran Sezgîn bi bîr xist ku ew ê li kêleka zarokên xwe bin û bi têkoşîna xwe bi ser bikevin û wiha domand: “Ev bê helwestî herî zêde mirovan diêşîne, di êrîşan dewleta tirk de ger mala Barzanî û çeteyên bakurê Kurdistanê alîkarî nekin, dê dewleta Tirk nikaribe di axa Kurdistanê de li hemberî şervanên azadiyê şer bike. Ev şerê tê meşandin şerek namerdane ye, îxanet e û şerekî topyekun e, ji bo îmhakirina gelê Kurd e. Tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî tê meşandin beşek wê jî ev e. Êrîşên gelek dijwar li Zap, Metîna, Avaşîn hene li hemû cihan bombaran heye û dewleta tirk bi çekên kimyewî êrîş dike, dixwaze îradeya gel û şervanan bişkîne. Tu caran îradeya şervanên azadiyê nayê şikandin û şervanên azadiyê bi îradeya ji pola li hemberî tank, top û çekên kimyewî yên dewlet tirk disekinin. Em weke civak weke wargeha penaberan a Mexmûrê weke xebatkar û weke dayik divê her dem li qadan bin û li kêleka zarokên xwe bin, xwedî li şehîd û şervanên xwe derbikevin. Dijmin li hemberî dîmenên şervanên azadiyê ku tên weşandin har dibe û êrîşên xwe dijwar dike, çawa ku em weke dayik dîmenên gerîla dibînin em tilîliyan dikşînin û gelek kêfxweş dibin, em ji weke jinên wargeha Mexmûrê li kêleka şervanên azadiyê ne û heta serkeftinê wê berxwedana me berdewam bike.”
“Şervanên me yên azadiyê soz dane şehîdên xwe”
Dayika bi navê Xatûn Demîr helwesta xwe ya li hemberî êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê wiha anî ziman û got: “Banga min ji gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê re ew e ku li dijî van êrîşên bi çekên kîmyewî li ser şervanên me û li ser gelê me tên meşandin, rawestin, destên xwe bidin ser wijdanê xwe û helwesta xwe ya li hemberî van êrîşan diyar bikin û şermezar bikin. Zarokên me birçî, di nava qiyameta şer de, tenê bi îrade û bîr û baweriya xwe û bi kenê xwe yê delal şer dikin, dewleta tirk bi alîkariya welatên endamên Nato û Emerîkayê êrîşî şervanên me dike, tenê îradeya gerîla ya xurt heye, şervanên me yên azadiyê soz dane şehîdên xwe û bi îradeya xwe xurt dibin û wê serkeftin a şervanên azadî û gelê Kurd be. Em dayik silavên xwe ji şervanên azadiyê re dişînin û serkeftinê ji wan re dixwazin.
“Mixabin dewletan çavên xwe ji van êrîşan re girtine”
Cemîla Yaman jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Em weke penaberên wargeha Mexmûrê êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk endamê Natoyê ye, tê êrîşî wargeheke penaberan dike. Em van êrîşan şermezar dikin, dewleta tirk bi van êrîşên wisa yên li ser me tên kirin hemû ji têkçûna xwe dike. Lê mixabin li hemberî van êrîşan çavên hemû cîhanê girtîne û her kes li hemaberî van êrîşan bêdeng e. Dema mijar dibe Kurd hemû kes bêdeng û bê helwest dimînin, ne bi êrîşekê dewleta tirk bi sed êrîşan bi ser me de were jî em dest ji têkoşîna xwe bernadin û her ku diçe têkoşîna me bilindtir dibe.”