“Li Tirkiyê bicih neanîna biryarên dadgehê dihêle ku jin rastî tûndiyê bên”

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di ropora xwe de da diyakirin ku tirkiyê li dijî tundiya nav malê têkoşîn nake.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a cîhanî destnîşan kir ku dewleta tirk li dijî tundiya zayendî û şîdeta nav malbatê têkoşîn nake.

Rêxistinê di rapora xwe ya dawî ya bi sernavê "Têkoşîna li dijî şîdeta nav malê ya li Tirkiyê"  destnîşan kir ku her çend dadgehan ji bo sûcdar û kujeran biryarên sînordar û cezayên giran dane jî, rayedarên tirk li hember tundiya nav malê û parastina jinên ku rastî tûndiyê tên têk çûne û her wiha bicih neanîna biryarê dadgehê dihêle ku jin rastî tundiyê bên û di hin rewşan de jin tên qetilkirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku zêdebûna rêjeya sûcên li dijî jinan li tirkiyê bi wê yekê ve girêdayî ye ku sûcdar nayên cezakirin û ev jî qelsiya qanûnê li Tirkiyeyê nîşan dide.