Ji Stenbol, Amed û Wanê banga edaletê
Xizmên girtiyan li Stenbol, Amed û Wanê di nobeta edaletê de bûn. Malbatan daxwaza berdana xizmên xwe kirin. Li Stenbolê dayik bi derbkirinê, hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Nobeta edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li Stenbolê dabûn destpêkirin, di hefteya xwe 9’emîn de ye.
Malbatên ku li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin cem hev, beriya nobetê li edliyeyê ji aliyê bi sedan polîs û wesayîtên binçavkirinê ve hatin dorpêçkirin. Beriya nobedê avahiya edliyê bi wesayitên zirxî û polîsan hat dorpêçkirin. Nobeda vê hefteyê ji aliyê dayika girtiyê nexweş Yakup Akman ê li Girtîgeha Hejmar 3 a Tîpa F ya Tekîrdagê Fincê Akman, xuşka Erdal Ozel ê ku li girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F ya Tekîrdagê di hucreya yek kesî de dimîne Kumrî Akgul ve hat girtin. Dayika Aştiyê Zeynep Calihan, Rêvberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Marmarayê (MATUHAY -DER) , dayika Ekîm Can Polat ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê dimîne Songul Îlker, parlamenterê Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Eersoy, Rêxstina HDP'ê ya navçeya Fatîha Stenbolê û gelek kes tevli çalakiyê bûn.
Malbatan çalakiya çalakiya rûniştinê li dar dixistin
Beriya çalakiyê polîs ji çalakvanên li qehwexaneya ber edliyê rûniştî re got ku Qeymepamtiya Kagithaneyê ji bo mehekê qedexeya çalakiyan aniye û bi vê hincetê gotin ku ewê destûrê nedin çalakiyê. Yek xizma girtiyan Fînce Akman bertek nîşanî qedexeyê da. Malbatên din jî û kesên piştgirî dan wan jî li dijî astengiyê çalakiya rûniştinê li dar dixistin.
Bi derp kirinê hatin binçavkirin
Di dema çalakiya rûniştinê de hejmareke zêde ya polîsan dor li xizmên girtiyan girtin û nehiştin rojnameger wêneyan bikşînin. Xizmên girtiyan ji aliyê polîsan ve bi derpkirinê hatin binçavkirin. Fincê Akman, Kumrî Akgul, Zeynep Calihan û Songul Îlker ên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin nehat zanîn ku birîne kîderê.
Amed: Em tenê edaletê dixwazin
Li Amedê jî nobeta edaletê li edliyêya Amedê berdewam dike. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya 78’an û hejmarêk zêde welatî tevlî Nobeta Edaletê bûn.
Fevziye Kolakan a di çalakiyê de axivî, dest nîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş her roj hîn zêdetir giran dibe û wiha axivî:” Em 7 mehên li vîr di nobetê de ne. Lê tevî ku em 7 mehin li vîr jî, ji pisrgirekên me rê tu careserî nay dîtin. Çima Serokomar û Wezîrê Edaletê çareserî nabîne? Em ji bo heq û edaletê li vîr in. Em ji bo berdana girtiyên nexweş li vîr in û tenê edaletê dixwazin.”
Ji Wanê banga edaletê
Malbatan di çarçoveya nobeta edaletê ya li Wanê berdewam dike de, li ber Edliyeya Wanê hatin cem hev. Di koma ku rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Edremîtê û Dayikên Aştiyê jî di nav de bûn, li pêşiya edliyeyê hatin rawestandin. Malbatan bertêk nîşanî polîsên ku biryara walitiyê pêşkêş dikin dan. Malbatan piştrê li ber edliyeyê çûn.