‘Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Qamişlo û Kobanê re derbas dibe’

Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari di civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Tirkiye li şûna dîplomasiyê xebatên MÎT’ê dimeşîne. Rêya rasteqîn a lihevkirina bi Şamê re ji Qamişlo û Kobanê re derbas dibe.”

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari li Meclîsê di civîna koma partiya xwe de axivî. Dayîkên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin li pêşiya dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxuyaniyê bidin jî tevlî civînê bûn. Dayîkan gelek caran dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin.

‘33 canê me bi şewitandinê qetil kirin’

Tulay Hatîmogullari destpêkê spasiya dayîkên bertek nîşanî tecrîdê dan kir. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser Komkujiya Madimakê û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî. Tulay Hatîmogullari, da zanîn ku di doza komkujiyê de sûc weke “Sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin” nehatiye nirxandin. Tulay Hatîmogullari, wiha berdewam kir:

“Ji bo girtina bersûcên fîrarî tu gavên birêkûpêk nehatin avêtin. Yek ji kesên hatibû girtin û darizandin ji hêla serokkomar ve hate efûkirin. Dema doz ketî ber demborînê jî Edogan got ‘li ser xerê be.’ Mîna duh, em îro jî bi canên xwe yên Elewî re ne. Divê ji ber vê komkujiyê lêborîn ji Elewiyan were xwestin. Divê li Meclîsê têkildarî komkujiyên li dijî Elewiyan, ya Roboskî û hwd. komîsyona hevrûbûnê were avakirin. Û divê daxwazên hemwelatiya wekhev a Elewiyan were qebûlkirin.”

‘Yên ku welat birêve dibin rastiyê ji gel vedişêrin’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser nirxandina Hakan Fîdan a “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” û wiha pê de çû: “Ji Rojhilata Navîn heta Efrîqayê, li gelek deverên cîhanê şerên wiha hene. Rêveberên vî welatî rastiyê ji gel vedişêrin. Hûn xwe tevî karên navxweyî yên Suriye, Lîbya, Iraq û hewl didin yê Îranê bikin. Me ev yek her tim rexne kir. Me got çi karê we li wan welatan heye. Bi polîtîkaya sifir pirsgirêk a bi cîranan re derketin rê lê niha li dijî her kesî şer ragihandine.”

‘Li Kayseriyê hewldana pogromê hat kirin’

Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya Tirkiyeyê ya bi komên paramîlîter re û wiha got: “Piştî bûyera li Kayseriyê li her deverê Tirkiyeyê li dijî hemwelatiyên Suriyeyî êriş hatin kirin. Rayedaran gotin; ‘Zarok Tirk nîne.’ Zarokeke 5 salî rastî tecawizê hatiye lê ew qala miletê wê dike. Ma çi girîngiya vê heye? Ev yek bêwijdanî ye. Ya din jî girtin û darizandina faîlî peywira cemaweriyê ye. Bêguman bertekên civakî çêdibin lê li Kayseriyê bi vê hincetê xwestin pogromekê pêk bînin. Divê ev yek weke hinceta derxistina koçberan neyê bikaranîn. Em hewldanên ji bo pogromê qebûl nakin. Agirê li vir hatiye vêxistin li gelek bajarên Tirkiyeyê belav bû.”

‘Hûn çima meaşê didin hêzên OSO yê?’

Tulay Hatîmogullari, bertek nîşanî gotinên serokkomarê AKP’ê Erdogan ên ‘Em tu carî nikarin bibin xwedî derd û armanceke weke destwerdana li karên navxweyî yên Suriyeyê’ û got: “Dostê min Esad ji nişka ve bû dijmin Esed û niha careke din dixwazin vegerin dostê min Esad. Ji bo hevdîtinan ev bi sala ye di nava hewldanan de ne. Ev ne helwestekî nû ye. Baş e lê ger çi karê we bi karên navxweyî nebe, wê demê we çima qeymeqam tayînî Efrînê kir, we çima şaxa Zanîngeha Dîlokê li wir vekirin, we çima PTT vekirin û hûn çima mûçeyê OSO’yê bi lîreyê Tirk didin? Ma ger ev xwetevlîkirina karên navxweyî nebe wê demê çi ye?”

‘Siyaseta derve bi xebatên îstîxbaratê nayê meşandin’

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku her kes dizane ku Tirkiye ji ber cihê xwe yê erdnîgarî hem ji bo herêmê hem jî ji bo cîhanê xwedî girîngiyeke stratejîk e û got:

“Em li vir careke din dubare dikin; erê divê Tirkiye bi awayekî fermî bi Suriyeyê re hevdîtinan bike. Divê bi Esad re hevdîtinan bike. Dema ev hevdîtin tên kirin, divê bi îradeya gelê Kurd a li wir re jî hevdîtin bên kirin. Divê li wir bi Qamişloyê re jî hevdîtin bên kirin. Em vê yekê baş dizanin ku ger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, îhtîmal nîne ku Tirkiye di siyaseta derveyî welat de serkeftî be. Û em vê hişyariyê careke din dikin; Tirkiye li şûna ku bi rêya wezareta karên derve guftûgo û dîplomasiyê bike, van xebatan MÎT dike. Xebatekî îstîxbarî ye, nabe ku siyaseta derveyî welat weke xebatên îstîxbarî bên meşandin. Di vê mijarê de gotina min a dawî ev e; rêya lihevkirineke jêbawer a bi Şamê re, bi çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk pêkan e. Rêya rasteqîn, ji Qamişlo û Kobanê re derbas dibe.”

‘Dayîkên me ti carî ji gotina aştiyê paşve gav neavêtin'

Tulay Hatîmogullari bi bîr xist ku di civîna koma Dayîkên Aştiyê de cih girtiye û wiha dewam kir: “Dayîkên me yên Aştiyê jî li vir in. Jiyan û serpêhatiya van dayîkên me her yek ji wan bi serê xwe dibe romanek û pirtûkek. Her yek ji wan bi awayek cuda dilê wan şewitî ye û windahiyên wan hene. Lê belê hemû xwedî êşek hevpar in. Daxwaza van dayîkên me yên dilşewat heye; aştî. Tevî hemû êş û xema hatiye serê wan jî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Ji her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê dayîkên me îro livir in. Dayîkên me bi israr ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi şiklê demokratîk û aştiyane di têkoşîna xwe de israr dikin. Daxwaza sereke ya dayîkên me ew e ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin.

Dayîkên me ji Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê kirin. Belê hevdîtinek pêk hat lê belê Wezîrê Dadê bi qasî serê derziyê ji bo pirsgirêk bên çareserkirin tu çareseriyek pêşniyaz nekir. Niha li girtîgehan çalakiya bi daxwaza rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi şiklê demokratîk berdewam dike. Dayîk li aliyekî piştgiriya vê berxwedanê dikin û li aliyekî jî her hefte tên Enqereyê û diçin ber Wezareta Dadê û li vir daxwazên wan tevahiya Tirkiyeyê bihîst. Em jî wek DEM Partiyê dibêjin; em ê heta dawiyê li pey daxwazên we bin. Em ê mil bidin milê hev û têkoşîna xwe bidomînin. Ez bejna xwe li ber têkoşîna we ditewînim.

Divê demildest Viyan Tekçe wek wekîla şaredariyê bê tayînkirin

Erdogan piştî têkçûna xwe ya di hilbijartina xwecihî de behsa asayîbûnê kir. Asayîbûnek ucubeyî anî rojeva Tirkiyeyê. Ger li Tirkiyeyê hemû ked û têkoşîna dayîkan ji nedîtî ve were dîtin, asayîbûn nayê vî welatî. Gelê Kurd tevî hemû zextên li ser xwe jî hevşaredarên xwe bijart. Niha wezîfeya xwe ya li şaredariyan bi rêve dibin. Li ber rewşa bêhiqûqî û rewşa anormal kar û barên xwe dikin. Ji ber serkeftina partiya me rabûn qeyûm tayînî şaredariya me ya Colemêrgê kirin.

Me wek hemû pêkhateyên Tirkiyeyê li Qada Kartalê dengê xwe bilind kir û daxwaza me hemûyan ev bû; em ji bo ked û azadiya xwe qeyûman naxwazin û em ê rê nedin qeyûman. Belê em ê rê nedin qeyûman. Qeyûm ne rewa ye û derqanûnî ye. Qeyûm carek din di 31’ê Adarê de hat binaxkirin. Divê ku demildest dest ji polîtîkaya qeyûm bê berdan. Divê Viyan Tekçe ya ku Meclisa Şaredariya Colemêrgê wê wek serokwekîla şaredariyê bijartiye, demildest ji bo serokwekîliyê bê tayînkirin.

Emê hertim li hemberî polîtîkayên tunekirinê li ser lingan bin

Em ê serê xwe li ber polîtîkaya Erdogan û desthilatdariya wî netewînin. Em ê nekevin xefika polîtîkaya wî ya şaş. Em ê her li ber polîtîkayên xelet ên desthilatdariyê bisekinin û rabin. Em ê wek partiyek muxalefetê her li cem karkeran, kedkaran, jinan, hejar, cotkaran, teqawidan, ciwanan, astengdaran yanî bi hevokek zelal, em ê li cem hemû netew û baweriyên ku keda wan tê xwarin û bindest bin. Em ê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên xelet, bi awayek xurt li ser lingan rawestin.”