Jinên Mexrîbê yên li komxebatê kom dibin: Divê Qanûna Malbatê bê guhertin

Jinan di komxebata ku li Rabatê hat lidarxistin de pirsgirêkên ku bi wan re hatin jiyîn vegotin û diyar kirin ku Qanûna Malbatê edaletê nade wan û di heman demê de êşa wan kûrtir dike û xwestin qanûn ji nû ve bê rêxistinkirin.

HANAN HARITE

Mexrîb- Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan duh li paytext Rabatê bi beşdariya gelek jinan komxebatek bi dirûşma "Şahidên bê tabû... Bibihîzin, ji min re bibêjin" li dar xist. Di komxebatê de bal hat kişandin ser Qanûna Malbatê û pirsgirêkên jinan.

Seroka Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan Semîra Mohîa komxebat ji ajansa me re vegot.

Jinan serpêhatiyên xwe parve kirin

Samîra Mohîa da zanîn ku di navbera jinan de parvekirina ezmûnan heye û got: “Di komxebatê de şahidiyên jinên ku çûne navendên guhdarîkirin û pêşwazîkirinê yên girêdayî Tora Încad a Yekîtî û Dijî Şîdeta li ser bingeha Zayendî hatin kirin. Her wiha jinên beşdar behsa pirsgirêk û êşên rojane kirin. Divê valahiyên di Qanûna Malbatê de ji nû ve bên sererastkirin û pirsgirêkên jinan bên çareserkirin. Divê biryarder li gorî çîrokên jinan rêziknameyên nû çêbikin. Ji bo bersivdayîna hemû pirsgirêkên jin rû bi rû ne, pêwîst e çareseriyên radîkal bên pêşkêşkirin."

'Divê li dijî cudakarî û tundiya li ser jinan têbikoşin'

Samîra Mohiya bal kişand ser pêwîstiya guhertineke berfireh di Qanûna Malbatê de û wiha bi dawî kir: “Divê bi qanûnê rêz li rûmeta jinên Mexrîbê bê girtin û li dijî her cure cudakarî û şîdeta ku jin di civakê de rastî wan tên, têkoşîn bê kirin. Em daxwaz dikin ku jin di nava civakê de bibin xwedî statu, bi pêş bikevin, wekheviya ku di zagon û peymanên navneteweyî de hatiye diyarkirin pêk were."