Li Amedê di kolandina arkeolojîk de 6 gorên zarokan hatin dîtin

Di kolana arkeolojîk ya li navçeya Pasûra Amedê de hejmara gorên zarokan bû 60.

Navenda Nûçeyan- Xebatên kolandina arkeolojîk li qadên cuda yên taxa Înkaya ya navçeya Pasûra Amedê berdewam dikin. Li qada ku dihat gotin ocaxa kevir a berê ye, di kolandinên arkeolojîk de sala borî 54 gorên zarokan ên temenê wan di navbera 0-6 salî de hatibû dîtin.

Li heman herêmê di 28’ê Hezîranê de heman xebat hat meşandin, 6 gorên din ên zarokan hatin dîtin. Hestiyên ku di goran de hatin dîtin hat diyarkirin ku ji bo lêkolînê li mala kolandinê ya aîdî Muduriyeta Muzeyê tên girtin. 

Hat0 zanîn ku dema şert û mercên hewayê guncaw bin wê xebatên kolandinê heta dawiya salê berdewam bikin.