Kesên ku zarokê penaber qetil kirin hatin girtin

3 kesên ku li navçeya Serîk a Antalyayê Ahmet Handan El Naîf ê 17 salî yê Suriyeyî qetil kirin, hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Di êvara 1’ê Tîrmehê li cihê Cuma Pazari ya taxa Kokezê ya girêdayî navçeya Serîk a Antalyayê Ahmet Handan El Naîf ê 17 salî yê Suriyeyî, ji aliyê 3 motorsîklêtvanên bi navê R.Ö. (17), Y.Y. (15) û Î.A. (17) ve bi amûra birek hat qetilkirin. Her sê kiryar ên ku hatin binçavkirin ji aliyê dadgeha ku sewqî wê hatin kirin ve hatin girtin.

Cenazeyê Ahmet Handan Naîf êvara 3’ê Tîrmehê piştî karên otopsiyê yên li morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û birin Suriyeyê. Hate hînbûn ku ji ber êrişên komên nîjadperest ên li navçeya Serikê 40 penaberên ku di nav wan de zarok û jin jî hene li midûriyeta polîsan hatin ragirtin û kesên nasnameya wan a parastina demkî tunebû dê bên dersînorkirin.