Selwa Şemam a Tûnisî: Dev ji xeyalên xwe bernedin

Selwa Şemam a Tûnisî ku li kêleka karê xwe yê endezyariyê, kooperatîfek ji bo berhemdayîna şekir, qehwe û hingiv ji dendikên xurmeyan vekiriye bang li jinan kir û got: “Xewnên xwe pêk bînin û dev jê bernedin.”

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis – Têkoşîna her jinê ya ji bo hebûnê xwedî serpêhatiyên mezin in. Jinên ku dixwazin xeyalên xwe pêk bînin divê li hemû cîhanê bi zihniyeta mêr têkoşînê bidin. Yek ji van jinan Selva Şemam a Tûnisî ye ku endezyar e. Selwa Şemam ji bo ku xewna xwe ya zarokatiyê pêk bîne, dikeve nava têkoşîneke mezin. Salva Şemam a ku ji bo pêkanîna xeyalên xwe dev ji têkoşînê berneda bang li jinan kir û got dev ji pêkanîna xeyalên bernedin.

Bi dendikên xurmeyan qehwe hingiv û şekir çêdike

Selwa Şemam a ku endezyar e û di yek ji saziyên giştî yên Tûnisî de kar dike, di sala 2019’an de xwestiye xewna xwe ya zarokatiyê pêk bîne.

Selwa Şemam dibêje: "Min projeya xwe ya dendikên xurmeyan şekir, qehwe û hingiv çêkir dema ku şewba koronayê belav bû dest pê kir. Min bi karînên xwe dest bi vê projeyê kir lê beşdarbûna min di piyesên xwecihî de bû sedem ku ez projeya xwe pênase bikim. Îro berhemên min diçin heta Afrîkayê, tenê li Tûnisê bi sînor namînim."

Selwa Şemam got: "Min hewl da ez bi awayê bav û kalan çêkim lê tenê min hinekî sîstema tenduristiya wê baştir çêkir. Gelek kesan ji berhemên min hez kir. Min gelek zehmetî dîtin ji ber kesekî bi min bawer nedikir."

Li gelek welatan geriya

Selwa Şemam bi riya berhemên xwe li gelek welatan geriya. Selwa dibêje: "Ev bazareke gelekî girîng e û diviyabû em bi rengekî profesyonal tev bigerin ji ber ku wê ev bibe pêşeroj. Piştgiriya jinan gelekî girîng e bi taybetî jinên xwedî projeyên biçûk."

Der barê zehmetiyên ku kişandine de Selwa Şemam got: "Civak gelek zehmetiyan li pêşiya jinan derdixe. Dema min dest bi xewna xwe kir, gelek kesan gotin; ‘tu nikarî karekî wiha bikî, tu yê berhemên xwe li ku bifroşî. Tu endezyar î veguhestina berheman ne karê te ye tuyê têk biçî’ û gelek axaftinên din lê ji min re bûn hêz û ez ji xwe bawer bûm ku ez ê bi ser bikevim."

Selwa Şemam bang li jinan kir ku xewnên xwe pêk bînin, ji gotegotên civakê bi bandor nebin.