Rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan daneyên 6 mehan eşkere kir

Li gorî daneyên rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan di nava 6 mehên destpêka sala 2022’an de li herêma Kurdistanê 29 jinan xwe şewitandine, 31 jinan xwe kuştine û 22 jin jî hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Di 21’ê Hezîrana 2011’an de zagona pêşîlêgirtina tunditujiya li hemberî jinan û malbatê hat derxistin. Rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan her sal çavdêriyên xwe der barê bicihkirina vê zagonê de li herêma Kurdistanê bi raporan aşkere dike û duh bi daxuyaniyekê daneyên tundîtujî, kuştin û xwekuştina jinan aşkere kirin.

Parêzer û endama Rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan Şûxan Ehmed li bajarê Silêmaniyê bi daxuyaniya çapemeniyê rapora 6 mehên îsal eşkere kir û diyar kir ku tunditujiya derûnî, bedenî û zayendî ku piranî ji aliyê bav, bira, hevjîn û kesên nêzîk ve li hemberî jinan tê bikaranîn, ji ber gilînekirin û nebûna belgeyan û amadenabûna şahidan dibe sedema negihîştina encamên kiryarên tunditujiyê li dadgehê ku li hemberî jinan tê kirin. 

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat bibîrxistin ku li gorî daneyên li ber destên wan, di nava 6 mehên borî de, 29 jinan xwe şewitandine, 31 jinan dawî li jiyana xwe anîne û her wiha 22 jin bi sedemên cuda hatine kuştin.

“Divê ku aliyên pêwendîdar ji bo dosyayên têkildarî jinan alîkarî bidin”

Rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan ji bo çareserkirina kuştina jinan bang li aliyên pêwendîdar kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û alîkariya cidî ji bo dosyayên jinan werin çareserkirin bidin. Ji bo pêşîlêgirtina tunditujiyê û cezakirina tewanbarên kuştina jinan bi sedemên navê namûsê divê xebatên cidî werin meşandin. Dane nîşan didin ku salane zêdetirî 50 jin tên kuştin yan jî neçar dimînin xwe bikujin.

Li gorî rapora Rêxistina Alîkariya Zazgonî ya Jinan di sala 2021’ê de li dadgehên Silêmaniyeyê tu dozên jinan nehatine çaresekirin. Lê li gorî bîlançoya Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdetê, di sala 2021’ê de li Silêmaniyê 40 jin hatine kuştin û 61 jinan jî dawî li jiyana xwe anîne.

Rêxistinê eşkere kir ku di dema lêpirsînê de gelek dem diçe loma doz bi paş dikeve, daxwaz kir ku ji bo van dozan dadgehek taybet were avakirin.