Emîne Şenyaşar: Ger edalet hebûya dê kûrê min hatiba berdan

Emîne Şenyaşar a tevî kûrê xwe Ferît Şenyaşar di roja 469’emîn de nobeta xwe ya edaletê berdewam dike wiha got: “Ez naxwazim di cejnê de li vir birûnêm, ger edalet hebûya wê kurê min hatiba berdan. Ewên ku zarokên min kûştin, bila bên girtin.”

Navenda Nûçeyan - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 469’emîn de berdewam dike. 

Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de pankarta “Bavek û 2 kurên xwe di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li pêş çavên her kesekî hatin qetilkirin. Dayik, ji bo kurê xwe yê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û zarokên xwe yên hatine qetilkirin li ber deriyê edliyeyê tê sekinandin. Edalet ji bo her kesî” hatibû vekirin. Di çalakiyê de malbatê derheqê têkoşîna xwe ya edaletê de bo welatî û parêzerên rêya wan bi edliyeyê ketine axivîn. 

“Ger edalet hebûya dê kûrê min hatiba berdan”

Emîne Şenyaşar di çalakiyê de da zanîn ku Cejna Qurbanê nêz dibe û wiha got: “Ev bû 4 sal ku kurê min di girtîgehê de ye. Ev çar sal in me nekarî yek cejnê jî pîroz bikn. Ev du sal in em cejna xwe li pêşiya edliyeyê derbas dikin. Bila kurê min were malê û em cejna xwe li mala xwe pîroz bikin. Naxwazim di vê cejnê de li vir rûnim. Heke edalet hebûya dê kurê min bihata berdan. Ez kurê xwe dixwazim. Bila kujerên kurê min bên girtin.” 

“Nobeta me ya heqîqetê berdewam dike”

Malbata Şenyaşar di roja 469’emîn a çalakiya xwe de li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal vê pêyamê dan: “Ev çar sal e em ji bo edaletê têdikoşin. 9 dozgerên dosyayê hat guhartin, îro serdozgerê Rihayê hat gûhartin. Ev 4’emîn serdozger e... Ji ber ku yê tê Rihayê ne edalet e, nobeta me ya heqîqetê berdewam dike...”