“Ji bo parastina hemû destkeftiyan em ê bibin yek”
Dewleta tirk a dagirker heremên Minbic û Til Rifatê weke herêmên êrîşan diyar kir. Jinên Minbicê yên li hemberî gefên dewleta tirk bertek nîşan dan gotin: “Em ê destkeftiyên xwe biparêzin.”
SIBELIA EL-IBRAHIM
Minbic – Jinên ji Minbicê li hemberî gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker nerazîbûnên xwe anîn ziman û bal lê kişandin ku bi van gef û êrîşan ve destkeftiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye bidestxistin tê hedefgirtin. Jinan bang li her kesê kirin ku li dijî gef û êrîşên dewleta tirk bibin yek û berxwedaniyeke bêhempa sekna jin û civakên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê nîşan bidin.
“Em ê li dijî dagirkeriya dewleta tirk têbikoşin”
Emdama komîteya perwerdeyê ya Kombûna Jinên Zenobiya Rabaa Bakro bal kişand ku jinên Minbicê di pêvajoyên DAIŞ’ê de rastî gelek êş û zehmetiyên ku mirov nikare bilêv bike jiyane û li dijî gefên dewleta tirk a dagiker wiha got: “Pêvajoyên DAIŞ’ê vê derê dagir kiribû gelek bi êş bû, bilêvkirina tiştên hat serê jinan pir zehmet e. Ji bo rizgarkirin û berxwedana Minbicê me piştgirî da hêzên leşkerî ya parastina Minbicê. Bi rêzdayîna çanda tevahî pêkhateyên bajar me projeya neteweya demokratîk bi jiyanî kir, pevçûnên di navbera pêkhateyan de ji holê rakir û her kes beşdarî rêveberiya bajar bû. Em gefên dewleta tirk a li ser heremê red dikin û bi biryardariyekê mezin em ê li dijî wan bisekinin. Em ê li gel hêzên xwe yên parastinê cih bigrin, ji bo parastina destkeftiyên ku me bi dest xistine em ê têbikoşin. Em ê li malên xwe bimînin û weke jinên Minbicê li dijî dagirkeriya dewleta tirk têbikoşin.”
“Dagirkeriya tirk rûyê duyemîn a DAIŞ’ê ye”
Yek ji endamên Kombûna Jinên Zenobiya Sibal Mulla jî destnîşan kir ku dagirkeriya tirk rûyê duyemîn ê DAIŞ’ê ye û wiha pêl da gotinên xwe: “Yekemîn hedefa DAIŞ’ê jin bûn. Lê dema ku her kes bû yek dest, DAIŞ bi giştî ji holê rabû. Jinên ji Minbicê ji jinên şerker ên ji Kobanê heya deverên din hêzek mezin girt. Jinên ku li dijî hêza herî tarî ya cîhanê têkoşiya. Jinan teşwîqî xwe parastinê kir û weke ku duh li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan dê îro jî li dijî dagirkeriya tirk û çeteyên wê têbikoşin.”
“Divê destkeftiyên jinan bên parastin”
Sana Rajab a Çerkez ku yek ji endama Kombûna Jinên Zenobiya ye bal kişand ku pêkhateyên herêmê li ser bingeha projeya neteweya demokratîk de mafên xwe bi dest xistine û wiha domand: “Hemû pêkhateyên heremê di wê biryardariyê de ne ku di nava rêveberiya demokratîk de cih bigrin û tişta ku dihêle dewleta tirk li hemberî me êrîşan pêk bîne ev yek e. Em ê destûr nedin dewleta tirk bikeve nava axa me. Em ê xwedî li destkeftiyên şoreşê derbikevin.”
“Jin li gel hêza xwe ya parastinê ne”
Hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî ya Minbicê Asmaa Al-Rammo ya bi eslê xwe Tirkmen e der barê mijarê de wiha got: “Weke jin em rastî gelek kiryarên DAIŞ’ê hatin. Paşê her kes ji bo rizgariya Minbicê li hev civiya û jin berhemên têkoşîna jinan kom kirin û bûn diyardeyek bingehîn a rêveberiya demokratîk a Minbicê. Li dijî dagirkeriyê em ê li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê bin. Weke diyardeyek bingehîn a rêveberiya demokratîk jin di hemû saziyan de û di her astê de xwedî li erkên xwe derketin û niha jî ji bo parastina hemû destkeftiyan em ê bibin yek.”