Evîn Swêd: Êrîşa li dijî Kelarê berdewamkirina komkujiya Kobanê ye

Şehîdên Kelarê yên di encama êrîşên duh ên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî ber bi rojavayê Kurdistanê ve hatin oxirkirin. Evîn Swêd, di merasîmê de axivî da zanîn ku êrîşa li dijî Kelarê berdewamiya komkujiya Kobanê ye.

Silêmanî – Ji ber êrîşên dewleta tirk di êrîşa li Kelarê de 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin. Cenazeyê Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî û 3 hevalên wî ji tiba edlî ya Silêmaniyê hatin wergirtin û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatin oxirkirin.

“Metirsî li ser jiyana penaberan heye”

Penabera xelkê Kobanê Zîne Elî ku beşdarî merasîma oxirkirinê bû di destpêkê de êrîşên li ser gelê Kurd şermezar kir û got: “Ez siyaseta ku Erdogan li ser gelê Kurd dimeşîne şermezar dikim. Çima hikumet û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrîşan bêdeng e. Li Başûrê Kurdistanê metirsî li ser jiyana penaberan heye, li Başûrê Kurdistanê tu hêz û desthilatdarî nîn e ku Erdogan bide sekinandin. Sîxur rê ji wan re vedikin û armanca wan tunekirina gelê Kurd e. Ez daxwaz ji hikumeta herêma Kurdistanê dikim ku li beramberî van êrîşan bêdeng nebe û êdî rê nede ku gelê Kurd tune bibin û zilm li hemberî wan were kirin.”

“Bi alîkariya sîxurên navxweyî Kurdan dikin hedef”

Banû Helepçeyî diyar kir ku dewleta tirk bi riya balafirên bê mirov û sîxuran êrîş dike, her çendî dewleta Tirk dibêje ji bo parastina sînoran êrîş dike jî zêdetirî 300 kîlometre hatiye nava xaka Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Ev tê wê wateyê ku balafirên bê mirov li herêma Kurdistanê bi cih kirine, bêdengiya hikumeta Iraq û herêma Kurdistanê derdixe holê ku rê ji bo dijmin vedikin. Ji ber wê dijmin dixwazin bi riya êrîş û dagirkeriyê, Kurdan tune bikin. Ez hemû êrîşên dewleta Tirk şermezar dikim.”

“Têkoşîna me bi şehîdan bihêztir û zêdetir dibe”

Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Silêmaniyê Evîn Swêd  der barê Ferhad Şiblî de axivî û diyar kir ku şehîd Ferhad yek ji wan kesayetên damezrandina xwerêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha got: “Şehîdxistina Ferhad di demek nêzî komkujiya Kobanê de ku di 25’ê Hezîranê de pêkhatî ye. Ev jî plana dijmin e ku dixwaze gelê Kurd teslîm bigre lê belê nizanin şehîdxistina her yekê têkoşîna me xurtir dike. Em ê armanc, xewn û xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin. Ev êrîş ne êrîşeke şexsî ye, êrîşek li ser tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye û bi armanca tunekirina gelê Kurd e. Divê dijmin vê yekê baş bizane gelê Kurd tu caran dest ji têkoşîna xwe bernade wê her dem têkoşîna xwe bilind bike. Em tevahî dijminahî û dagirkeriya ku li ser gelê Kurd tê domandin şermezar dikin.”