Germa zêde bû sedema nexweşiyan: Çar hezar kesan serî li nexweşxanê dan
Ji ber belavbûna zikçûn û vereşanê 4 hezar kesan serî li nexweşxaneya bajarê Silêmanî dan û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan ku dû ji wan zarok in.
Navenda Nuçeyan- Bi bilindbûna rêjeya germahiyê re nexweşiya zikçûn û vereşanê zêde bûye. Ji ber rêjeya zêdeya nexweşan li bajarê Silêmanî, ji derveyî nexweşxaneyên bajar û nexweşxaneyên zarokan, rêveberiya tendirustî ya Silêmaniyê nexweşxaneya Şehîd Hêminî jî ji bo çareserkirina nexweşiya zikçûn û vereşanê kar dike.
Li gora daneyên rêveberiya giştî ya tendirustiya Silêmanî di şeş rojên bûrî de 4 hezar kesan serdana nexweşxaneyê kirine ku di navde zarok û îxtiyar hene. Gelek mînakên zikçûnê şandine Bexda da ku bizanin sedem çiye. Îro lêjneya tendirustiya Iraqê hate bajarê Silêmanî ji bo lêkolîna sedemê zêdebûna zikçûnê.
Di daxuyaniyek ya çapemeniyê de rêveberê navenda qontrola nexweşiyan ya tendirustiya Iraq û endamê lêjneya lêkolînê Sînan Ezîzî bi bîr xist ku divê agahiyên zêdetir ji aliyê tendirustiyê ve werin belavkirin û hemwelatî hîn zêdetir bi baldartir li gora rênmayan tevbigerin ji bo kêmkirina nexweşiya zikçûnê.