Li Çemçemalê kiryarê ku gef li jinan dixwar hate girtin

Rêveberiya Pêşîlêgirtina Tundûtujiya Li Hemberî Jin û Malbatê a Silêmaniyê diyar kir ku kiryarê ku bi wêne û dîmenan gef li jinan dixwar hatiye girtin.

Navenda Nuçeyan- Duh rêveberiya pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jin û malbatan ya ofîsa Çemçemal da diyar kirin ku ew kiryarek ku li ser medya mecazî bi parvekirina wêne û dîmenan gef li jinan dixwar girtine.

Di daxuyaniya fermî ya ji aliyê rêveberiya ofîsa Silêmanî ve hat dayîn de, wiha hat gotin: “Duh di 18’ê Hezîranê ofîsa Çemçemal ya girêdayî rêveberiya pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jin û malbatan ya Silêmanî kiryarek ya medya mecazî yê bi navê Î.E.X ku temenê wî 21 sali ye girtine û gelê Çemçemalê dest hatiye danîna ser telefona wî. Di nava telefonê kiryar de gelek wêne û dîmenên ne guncaw hebûnê û kiryar bivan wêne û dîmenan gef li jinan dixwar ku daxwazên xwe bi jinan bide pejirandin. Niha tora civakî yek ji pirsgirêkên sereke yên malbatan e.”

Sedemê kuştin û xwe kuştina jinan zêdeye, yek ji sedemên wê gefên ku bi rêya medyayên mecazî belavkirina wêne û videoyên di derbarê jinan de ye. Di 19’ê Nîsana 2022’an de jinek ciwan ya bi navê Aryen Mehemed ya li bajarê Hewlêrê xwendevana peymengeha teknîkî ya beşa pirtûkxane û zanyarî bû, winda bû û malbata wê daxwaza yasayî kir. Di 21’ê Nîsanê de cenazeyê jina ciwan di binahiyek ne temam bûyî li ser rêya Kerkukê de bi awayekî xwe avêtibû hate dîtin. Di 13’ê Gulana îsal de li bajarê Hewlêrê kiryarek hate girtin û li xwe mukir hatê ku hertim gefa belavkirina wêne û videoyan li jinan dikir.