Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ji bo Elaha Delawarzai daxuyaniyek da

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ji bo Elaha Delawarzaî ku rojên borî ji aliyê mêrê Talîbanî ve rastî zexta zewacê hatibû û îşkence lê hatibû kirin, daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, ji bo tenduristî û aqûbeta Elaha Delawerzaî ku got ji aliyê mêrekî Talîbanê ve rastî tundiyê hatiye û dîmenê xwe li ser medyayê civakî parve kir, bang li dîplomatên navdewletî kir.

Rêxistin, her wiha xwest bê lêkolînkirin ku çend jinên xwedî şert û mercên Elaha Delawerzaî dijîn, hene. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ger gelek raporên heyî yên bi dozên bi vî awayî bê fikirandin, ne ecêb e ku rayedarekî Talîbanê di sûcên bi zorê zewicandin, destdirêjî û tundiyê de cih bigre. Li Afganîstanê avahiyên sîstematîk ên ji bo têkoşîna li dijî tundiya jinan, stargeh, rêxistinên alîkariya mirovî, dozgerî û dadgehên pispor ên ku ji bo bicihanîna qanûnên li dijî tundiya li ser jinê xebat dimeşînên, hatine girtin. Koma Talîbanê ji jinan re wek  dixwazin tevgeriya ye.”

Herwiha rêxistina ku di mijara piştevaniya jinên Afganî û parastina mafên wan de bang kir, destnîşan kir ku tê xwestin bibin dengê jinên Afganî û binpêkirinên rastî tên, bên lêkolîn kirin.

Çi qewimî bû?

Xwendekara Zanîngeha Tibî ya Kabulê Elaha Delawerzai ya Afganî di rojên borî de peyamek vîdyoyî belav kir û diyar kir ku berdevkê berê yê Wezareta Navxwe ya Talîban, Qarî Seîd Xostî, destdirêjî li wê kiriye û wê neçar kiriye ku pê re bizewice.

Elaha Delawarzai anî ziman ku ew dema di binçavan de hatiye girtin rastî destdirêjiyê hatiye, dema dirêje ku, “Ez gelek rastî lêdanê hatim. Li wir rastî destdirêjiyê hatim, min nizanîbû çi bikim. Piştî weşandina vê vîdyoyê, dibe ku kes min nebîne. Dibe ku ez bimirim”, hêsirên xwe paqij dike û bi gotinên wiha dawî dike: “Lê cihê dubarê dubarê mirine, carek mirin çêtir e”.