‘Pirtûkên Rêber Apo civakê û jinan hişyar dikin’

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya kantona Minbicê bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide jinan birêxistin bike wan bi pêş bixe û di nava civakê de zanebûna wan zêde bike.

SÎLWA ÎBRAHÎM

Minbic – Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê li kantona Minbicê ya herêma Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji dawiya meha Hezîranê ve dest bi xwendina pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Xwendina pirtûkê 8 roj in didome, endam û rêveberên Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbyayê yên ku tevli xwendina pirtûkê bûne diyar kirin ku di pirtûkên Abdullah Ocalan de azadiya jinan û pêkanîna perspektîfên neteweya demokratîk mijarên sereke ne.

Der barê mijarê de rêvebera komîteya perwerdeyê û endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê ya kantona Minbicê Asya Mihemed got: "Xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan û şîrovekirina wê 8 rojan domiya. Em niha pirtûka sêyemîn a Sosyolojiya Azadiyê dixwînin. Gelek têgehên nû hene em fêr dibin her wiha analîzên Rêbertî der barê pêvajoya dîrokî ji xweza û jinan re gelek balkêş in. Di heman demê de pirtûk rola jinan û civakê ya beriya 5 hezar salan û analîzên der barê wê pêvajoyê de dihewîne. Divê her kes pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bixwîne ji ber gelek fikir û şîrove di wan de hene civak û jinan hişyar dikin.”

‘Armanc bi rêxistinkirin û zanebûna jinan e’

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zanûbiyayê ya kantona Minbicê Fedîle Ebd El-Rehman jî got: "Gelek jinan dest bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi serpereştiya Kombûna Jinên Zenûbyayê kirine. Di nava pirtûkan de perspektîfên neteweya demokratîk û bingehên ku xwe li ser wê ava dike mîna azadiya jinan û ekolojiyê hene. Armanca xwendina van pirtûkan rêxistinkirina  jinan û zanebûn e. Ji bo jin hebûna xwe zêdetir nas bikin xwendin gelek girîng e. Ji ber ku jin stûna sereke ya pêşketina civakan in. Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe de teqez dike ku ger jin azad bibin dê civak jî azad bibe.”

‘Pirtûkên Rêbertî berê civakan dide riya azadî û demokrasiyê’

Rêvebera Buroya Jinan a Lijneya Şaredariyan Xedîce Şewax jî tevlî civînên xwendina pirtûkên rêber Abdullah Ocalan bû got: "Me gelek sûd ji xwendina pirtûkên rêbertî dîtin ji ber dozên civakî û bi taybetî yên jinan digrin nava xwe. Pirtûkên rêbertî berê civakan dide riya azadî û demokrasiyê.”