Ji bo rojnameger Hêro Bahadîn konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo rojnameger Hêra Bahadîn li ber derê mala wê konê sersaxiyê hate vedan. Welatî, sazî, rojnamevan û saziyên çapemeniyê serdana kon dikin.

Silêmanî – Duh dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi balafirek bê mirov û bi çek wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de 2 rojnamevanên jin yên bi navê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.

Ji bo Hêro Bahadîn li ber derê mala wê ya li Silêmaniyê konê sersaxiyê hate vedan. Welatî, rojnamevan, sazî û rêxistinên civaka sivîl serdana kon dikin û sersaxiyê li malbatê didin.