‘Tirkiye ji sedî 83’ê windahiyên sivîlan berpirsiyar e’

CPT diyarkir ku di êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk û Îranê di navbera salên 1991-2024’an de li herêma federa a Kurdistanê pêkanî de 845 sivîlan zirerê dîtine. Hat destnîşankirin ku di 33 salan de qetilkirina 59 zarokan hatiye tespîtkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan ya navenda wê DYE ‘Tîma avakirina aştiya civakê’ (Community Peacemaker Teams/CPT), rapora derbarê bilançoya êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û Îranê di navbera salên 1991-2024’an de pêkanî parve kir.

Dewleta Tirk ji sedî 83’ê windahiyên sivîl berpirs e

CPT di rapora xwe de diyar kir ku di êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk û Îranê ji sala 1991’an heta niha ve pêkanîn de 425 kesan jiyana xwe ji dest dane, 420 kes jî birîndar bûne. Di raporê de hate destnîşan kirin ku Hêzên bi Çek yên Tirk (TSK) ji sedî 83’ê windayan, 344 mirinên sivîlan û 358 birîndarbûna sivîlan berpirs e. Ji sedî 39’ê windayên di navabera salên 2018-2024’an de, bi taybet bi bandora ‘oparasyonên pençe’ ku di sala 2017’an de destpêkirî pêkhatiye.

Di 33 salan de 59 zarok hatin qetilkirin

Di raporê de hate eşkere kirin ku dewleta Tirk 74 baregehen leşkerî avakiriye, herî kêm 170 gund vale kiriye û 602 gund  bi metirsiya ji cihê xwe bibin re rû bi rûne. Li gora raporê di navbera salên 1991-2024’an de 59 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 115 zarok jî birîndar bûne. Bi giştî ên ku ji êrişan ziyan dîtin 194 zarok, ji sedan 28’ê sivîlên ku ziyan dîtine pêktê.

Oparasyonên Îranê: 143 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Di raporê de hate detsnîşan kirin ku Muhavizên Devrîm yên Îranê ji sedan 17’ê windahiyên sivîlan berpirse. Di encama oparasyonên Îranê de 81 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan, 62 sivîl jî birîndar bûne. Li aliyê din Îran piştî bi dawî bûna şerê Iraq û Îranê ya di sala 1988’an de, di berdewamkirina bombardûmanan de rê li ber 63 sivîlan jiyana xwe ji dest bidin û 48 kes birîndar bibin vekir. Di raporê de hate diyarkirin ku Îranê ji 2013’an heta niha  herî kêm 151 baregehên leşkerî ava kiriye û rê li ber windahiyên sivîl û koçberiya bi zorê vekiriye. 

Alîkarî  nedan ên ku ziyan dîtine

Di raporê de herî dawî hate diyarkirin ku li gor zagona hejmar 57 ya dîroka 2015’an û hejmar 20 ya dîroka 2009’an ya Parlementoya Iraqê, cih hat dayîn ku divê hewelatiyên Iraqê ku ji oparasyonên leşkerî bandor dibin divê tezmînata malî ya pêwîst were dayîn. Li gor raporê ji sala 1991’an heta niha daneyên kêm, dînamîkên siyasî û ji ber kêmaniyên saziyên dewletê, gelek mexdûr tu alîkarî û tazmînat negirtin e.