Rojnamegerên Şengalê: Dê êriş paşde gav bi me nede avêtin

Têkildarî hedefgirtina rojnamegerên ragihandina azad, Ragihandina Xweser û Ragihandina Giştî yên Şengalê daxuyanî dan, diyar kirin ku dê tu carî nehêlin dengê heqîqetê were qutkirin û gotin: “Dê êriş paşde gav bi me nede avêtin.”

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal - Duh dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi balafirek bêmirov û bi çek wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnameger jî birîndar bûn.

Têkildarî hedefgirtina rojnamegeran Ragihandina Xweser û Ragihandina Giştî yên Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan û êrişa li ser rojnamegeran şermezar kirin.

‘Dengê heqîqet û rastiyê hedef digirin’

Destpêkê li ser navê ragihandina xweser Rojîn Hebabî diyar kir ku dewleta tirk ji ber rojnameger dengê rastî û heqîqetê didin xuyakirin dike hedef û wiha got: “Dewlet tirk û PDK’ê naxwazin rûyê wan ên qirêj ku li ser civakan didin meşandin, xuya bibe. Ji ber vê yekê ragihandina azad ku dengê rastî û heqîqetê ne dikin hedef. Em wekî rojnameger dibêjin em ê tu carî li hember êrişan gav paşde navêjin û berxwedana xwe nedin sekinandin. Bila nebêjin dê rojnameger bi êrişan bêdeng bin an jî dengê heqîqetê nemîne. Berovajî bi her êrişeke li ser rojnamegeran an jî şehadetan em hîn zêdetir bi hêz dibin.”

‘Em ê her li ser şopa heqîqetê bin’

Rojîn Hebabî destnîşan kir ku êrişa dewleta tirk a li ser rojnamegeran bi destekdayîna PDK’ê ve pêk tê û ev nirxandin kir: “Em ê herdem li ser şopa şehîdên xwe bin û dê dengê me dengê heqîqetê tu carî bi êrişan neyê qûtkirin. Heval Gulistan ku her tim rastiya civakê û jinan dida xuyakirin, 25 salan di qada ragihandinê de ked da. Heval Gulistan tova heqîqetê di nav ragihahandina azad de çand û em jî her li pey şopa wê bin, li şopa şehîdên xwe bin. Dê tu carî kameraya şehîdên me yên ragihandina azad erdê nemîne. Her wiha daxwaza me ji her kesê ew e ku li hemberî van êrişan, li hemberî êrişa li ser rojnamegeran rawestin. Hêjayê gotinê ye beriya mehekî di 8’ê tîrmehê de dewleta tirk li Şengalê dîsa wesayîteke rojnamegeran hedef girtibû û di encamê de hevalê me Mirad Mîrza gihişt asta şehadetê. Ji aliyê din ve hinek dezgehên ku xwe wek ragihandin didin nîşandan  li ser hevalên me yên rojnameger ên şehîd tiştên ne rast gotin, em wan jî bi tundî şermezar dikin û em dibêjin bila dest ji van derewên xwe berdin.”

 ‘Agahî ji aliyê PDK û sîxurên wan ve ji dewleta tirk re hatiye dayîn’

Li ser ragihandina giştî ya Şengalê Îbrahîm Ezdî jî da zanîn ku êrişa ku duh li Silêmanî li hember rojnamegeran pêk hatî, êrişek tirsnak bûye û ev tişt anî ziman: “Êriş ne tenê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin. Çawa xuya ye ragihandina azad pêşengtî ji pergala demokratîk re dike, pêşengtî ji rastiya civakê re dike, berovajî dezgehên ragihandina PDK’ê jî pêşengtî ji koletî û dagirkirina axa başûrê Kurdistanê re dike. Ji ber çawa êriş li ser hevalên me yên rojnameger pêk hat, beriya ku em zanibin hevalên me ne , daxuyaniya destpêkê ji aliyê dezgehên girêdayî PDK’ê ve pêk hat. Wisa xuya dibe ev agahî ji aliyê PDK û sîxurên wan ve ji dewleta tirk re hatiye dayîn.  Ev êriş ne tenê hedefgirtina rojnamegeran e, di esasê xwe de hedefgirtina îradeya civakê ye. Em wek ragihandina azad a Şengalê têkoşîna xwe ya ji bo diyarkirin û derxistina rastiyê her berdewam bikin. Dê ev êriş tu carî paşde gav bi me nede avêtin.”

 ‘Êriş encama hevdîtinan e’

Ji aliyê din ve Îbrahîm Ezdî da diyarkirin ku êrişa duh bi erêkirina hikûmeta Iraqê ve pêk hatiye û wiha vegot: “Ev êriş encamê hevdîtinan ên herî dawî ne. Hedefgirtina hevalên me destpêka qonaxeke nû ye, ji ber vê lazim e gelê kurd û gelên azadiya xwe li hemberî vê hişyar bin. Li pişt hedefgirtina rojnamegeran planên qirêj hene. Herî dawî bangawaziya me ji saziyên rojnameger, rewşenbîr ên başûr Kurdistanê re ye, li hember êrişên li ser rojnamegeran bêdeng nemînin. Îro rojnameger bin sibe jî beşên din ên civakê ne.”  

Daxuyaniya hevpar a Ragihandina Xweser û Ragihandina Giştî yên Şengalê bi dirûşma Şehîd Namirin bi dawî bû.

 ‘Em ê nehêlin tu carî dengê heqîqetê were qutkirin’

Her wiha derbarê êrişa li ser rojnamegeran de rojnameger Bêrîvan Çiya ji ajansa me re axivî. Bêrîvan Çiya diyar kir ku ji ber rojnameger dengê heqîqet û rastiyê ne rastî êrişa dewleta tirk û hevkarê wî PDK’ê tên û ev nirxandin kir: “Ji aliyê din ve tiştên ku diqewimin her tim ji aliyê rojnamegeran ve tê xuyakirin, ji ber vê yekê her dibin hedefê êrişan. Ji hêla din ve di 8’ê tîrmehê de jî li Şengalê wesayîta rojnamegeran hatibû hedefgirtin û di encamê de Mirad Mîrza şehîd bû. Ne tenê li Şengalê li her derê êriş li ser rojnamegeran pêk tê. Ji ber rojnameger dengê heqîqet û rastiyê ne. Dewleta tirk û hevkarê wî PDK’ê wisa difikirin ku bi êrişên li ser rojnamegeran dê em bêdeng bibin lê berovajî em bi her şehîdbûna hevalek xwe hîn xurtir bûn, em hîn bi hêz dibin. Û em ê heta dawiyê li pey xeta wan bin. Dewleta tirk nikare me rojnamegeran bêdeng bike û em ê wek rojnameger tu  carî nehêlin dengê rastî û heqîqetê were qutkirin.”