Di rûniştina F de hat xwestin ku Fadîme Çelebî were berdan

ÎHD di çalakiya vê hefteyê ya ‘rûniştina F’ de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fadîme Çelebî ku li girtîgehan Tîpa L ya Edirne tê girtin.

Di rûniştina F de hat xwestin ku Fadîme Çelebî were berdan

ÎHD di çalakiya vê hefteyê ya ‘rûniştina F’ de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fadîme Çelebî ku li girtîgehan Tîpa L ya Edirne tê girtin.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di çalakiya hefteya 648’an ya ‘rûnişrina F’ de li ber avahiya şaxa Stenbolê ya ÎHD ya li Beyoglu hate li darxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fadîme Çelebî ku li girtîgeha Girtî ya tîpa L ya Edirne tê girtin.

Di daxuyaniya ku pankertên ‘tedawî maf e nayê astengkirin’ û ‘bila girtiyên nexweş bê berdan’ dem dem dirûşemeyên ‘bila girtiyên nexweş bên berdan’, ‘Fadîme Çelebî were berdan’ û ‘tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn’ bilind kirin. Daxuyaniya ji aliyê Komisyona Girtîgehan ya ÎHD Mukaddes Şamiloglu ve hate xwendin. Diyarkir ku bi girtiya nexweş Fadîme Çelebî re tensiyona bilind, nexweşiya kronik ya sînozîte, xirabûan dîtin, ji derveyî  pirsgirêka deng ji guh hatin gelek nexweşiyên wên ên din hene.

‘Dem dem radikin nexweşxaneyê’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Fedîme Çelebî ji ber di 23’ê hezîrana 2023’an de di mejî de pixtî zêde bûye tedawiya wê berdewam dike, di 12’ê tîrmeha 2023’an de xistin binçavan û girtin û ji ber vê tedawiya wê qut bûye û wiha got: “Hevjînê Fadîme agahiya ku di 20’ tebaxa 2024’an de dayî komisyona me, şertên girtîgehê, qutbûna tedawiyê wê bûye sedem ku rewşa wê ya tendirûstiyê hê xiratir bibe, tê dîtin ku di çavê wêde xirabûn heye û pirsgirêkên wê yên guh heye. Neçare hertim derman bikarbîne. Dem dem şopandin pêwîste, lê belê şopandina rewşa pixtiya di mejiyê wê de ji bo tedawiyek guncaw were kirin lêkolînên EMAR di nav de ev 2 mehe nayê kirin. Ji ber xirabûna rewşa tedirûstiyê dem dem acîl radikin nexweşxaneyê.”

‘Malbata wê di nava fikaran de ye’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Hevjînê Fadîme xwe gihand me got ‘weke malbata wê em di nava fikaran dene. Bi armanca tedawiyê em dixwazin bê berdan. Heta kar û bar temambibin li bajarê ku em lêne neqlî girtîgehekê bikin, lê belê hê bersîva vê daxwaza me nehatiye dayîn!’. Di çarçoveya rûniştina F ya 648’an de, vê hefteyê em bang dikin ku girtiya nexweş Fadîme Çelebî û hemû geritiyên nexweş ên giran werin berdan û ji bo parastina mafê jiyanê û tendirûstiyê em banga hestiyariyên li rayedaran û civakê dikin ku erkê xwe bi cih bînin.”

Çalakî  bi dirûşmeya ‘Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn’ bi dawî bû.