Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Yaşar pirsîn

Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar pirsîn. Keça Mehmet Yaşar ê winda edalet xwest û di nameya xwe de got: “Tu yî yê ku serê min bilind dike. Tu Mehmet Yaşarê Dayikên Şemiyê yî.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Yaşar pirsîn û xwestin kujer bên darizandin.

 Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û kujer bên darizandin, her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin. Vê hefteyê çalakiya 1013'an li dar xistin. Dayikên Şemiyê qurnefîlên sor û pankartên ku wêneyên xizmên wan ên winda li ser bûn hilgirtin, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar pirsîn. Di çalakiyê de biraziya Hayrettîn Eren ê di girtîgehê de hat windakirin Setenay Yarici daxuyanî xwend.

 'Wî bi torosa spî birin'  

 Setenay bal kişand ku Qada Galatasarayê dîsa bi bariyerên polîsan hatiye girtin û diyar kir ku vegotina çîrokên kesên hatine windakirin li dijî înkar û bêcezakirinê, li dijî her cure pêkanînên jibîrkirinê berxwedanek e. Setenay got: “Em dixwazin tiştên ku hatine serê me bên bihîstin û zanîn. Di hefteya 1013'an de em hatin gel hev ji bo bibêjin 'Me Mehmet Yaşar ê 30 sal berê di girtîgehê de hat windakirin ji bîr nekir.' Em dengê Malbata Yaşar a li qada Galatasarayê ne ku her çend ji aliyê fizîkî ve nikarin bi me re bin jî bi dil û can bi me re ne. Bavê 6 zarokan Mehmet Yaşar ê 32 salî li Gevera Colemêrgê dijiya. Ew esnaf bû. Gelek caran avêtin ser mala wî, hat binçavkirin û îşkenceya giran dît. Restorana ku ew şirîkê wê bû hat şewitandin û notên gefxwarinê yên li ser nivîsa 'Pêşî milkê te, paşê jiyana te' hatin hiştin. Taxa ku mala wê lê ye, li Geverê saet di 20.00’an de ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. 4 kesên çekdar hatin mala ku Mehmet Yaşar lê bû, xwe weke polîs dan nasîn û nasnameya wî kontrol kirin. Polîsên ku hatin malê, piştî kontrola nasnameyan kirin, Mehmet Yaşar bi gotina, 'Hûn ê bi me re werin emniyetê, em ê îfadeya we bigrin' binçav kirin. Mehmet Yaşar ê ku bi torosa spî birin, careke din agahî jê nehat girtin"

 '30 sal in çarenûsa Mehmet Yaşar nayê zanîn'  

 Setenay, diyar kir ku hemû serlêdanên malbatê bêencam man û got ku binçavkirina Mehmet Yaşar hatiye redkirin. Setenay got: “Malbata ku lêgerîna xwe berdewam kir, rastî gef û zextan hat. Tevî hemû hewldanên malbata wî jî 30 sal in aqûbeta Mehmet Yaşar di tarîtiyê de ye; sûcdar û berpirsyarên sûc bi zirxên bêcezakirinê hatin parastin. Bav Hamît Yaşar ê ku hewldanên wî bi ser neketin, 23 sal berê jiyana xwe ji dest da, têkoşîna xwe ji zarok û neviyên xwe re hişt. Daxwaza dayika Mehmet Yaşar Reyhan Yaşar, hevjîna wî Mehsîma Yaşar û zarokên wan ên ku rastiyê bizanibin jî daxwazên me ne. Windakirinên di bin çavan de sûcê derqanûnî ye. Em ji meqamên edlî daxwaz dikin ku ji bo aqûbeta Mehmet Yaşar eşkere bibe û sûcdar û berpirsên sûc bên darizandin û cezakirin lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Mehmet Yaşar, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bidomînin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."

'Tu kevoka spî ya paşeroja min a azad î' 

 Piştre keça Fehmî Tosun ê di girtîgehê de hat windakirin Jiyan Tosun nameya keça Mehmet Yaşar Evîn xwend. Name wiha ye: “Em zarokên bi hêz in ku nikarin para xwe ji her rengê jiyanê bi dest bixin, û para wan ji maf û edaletê têra wan nake ku gorek ji gewr wêdetir hebe. Zarokatiya min, kêfa min, azadiya min birin. Hemû gotin sêwî bûne. Ger tu bibêjî bêçaretî, wekî sê xwarinan e. Lê belê divê her keçek bi hestên bavê xwe, lehengê xwe mezin bibe û jê were hezkirin. Wan ev yek der barê paşeroja me de pir dît. Weke zarokên we em her dem bi we serbilind bûn. Tu helbesta min î. Tu kevoka spî ya sibeyên min ên azad î. Tu rengê derdê min, bendewariya bêdawî ya diya min. Tiştê ku min diparêze tu yî. Tu Mehmet Yaşarê Dayikên Şemiyê yî."  

Xizmên windayan herî dawî qurnefîl avêtin qada dorpêçkirî.