‘Pergala hevserokatiyê xebatê şaredariyan bi hêz kir’

Hevseroka Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Stêr Murad tekez kir ku pergala hevserokatiyê bingeha bidestxistina destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: “Em Rêveberiya Xweser wek modelek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dibînin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di sala 2016’an de, Meclisa Jin a Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya yekem li dar xist. Duh, 2’yemîn Konferansa Meclisa Jin a Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Jina komunal misogeriya avakirina şaredariyên demokratîk e” li Hola Serdemê hate lidarxistin.

Şaredarî wek qada herî mezin û bibandor ji bo cîbicîkirina pergala hevserokatiyê tê dîtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi giştî 126 şaredarî hene, ku tê de 113 hevserokên jin û hezar û 472 karmendên jin di hemû ofîsên şaredariyan de cih digirin.

‘Rêveberiya Xweser modelek çareserî û demokrasiyê ye’

Hevseroka Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Stêr Murad diyar kir ku pergala hevserokatiyê di parastina mafên jinan û zêdekirina rola wan di biryardayînê de bandoreke erênî nîşan daye. Stêr Murad wiha got: “Em dibînin ku di şaredariyên ku jinan di hevserokatiyê de rola xwe lîstiye, vê yekê bandoreke rasterast li ser xebata giştî, dîsîplîna şaredariyê û rêxistinkirina kar û xebatan kiriye. Armanca vê konferansê ew e ku jin di hemû waran de beşdar bibin û rêjeya beşdariyê bigihîje ji sedî 50. Em dixwazin jinan di hemû war û ofîsan de bihêz bikin. Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin dide hebûna jinan di qadên biryardayînê de, û em wê wek modelek ji bo Sûriyeke nû dibînin.”

‘Bi hebûna jinan, Sûriyek demokratîk tê misoger kirin’

Stêr Murad tekez kir ku hebûna jinan di her qadê de demokrasiyê xurt dike û wiha dewam kir: “Rola jinan di Rêveberiya Demkî ya Sûriyê de hatiye paşguhkirin, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevgirtina hemû pêkhateyan û hêza jinan, me demokrasî misoger kiriye. Bêyî hebûna jinan, demokrasî û edalet pêk nayê.”

‘Şaredarî bingeha demokrasî û aştiyê ye’

Stêr Murad bal kişand ser girîngiya xebatên şaredariyan û got: “Şaredarî ji bo xizmetkirina welatiyan dixebitin û jinên rêveber ên siyasî rasterast bi gel re di têkiliyê de ne. Ji ber vê yekê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di ramana xwe de dibêje ku şaredarî bingeha demokrasî û aştiyê ye. Em jî ji bo cîbicîkirina vê banga Rêber Ocalan her dem di nav kar û xebatê de ne.”

Di dawiya axaftina xwe de, Stêr Murad bang li jinan kir ku li Sûriyê hevgirtinê pêk bînin, da ku mafên jinan bên misoger kirin û Sûriyeke demokratîk û azad were avakirin.