Di êrişên Îsraîlê de 66 hezar û 5 Filistînî hatin qetilkirin
Hate diyarkirin ku di êrîşên Îsraîl li dijî herêmên cûda yên Zîvala Xeza de jin û zarok di navde herî kêm 30 Filistînî mirin, hejmarek zêde kes birîndar bûn. Hejmara kesên hatine qetilkirin giha 66 hezar û 5’an.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîl li dijî Zîvala Xezayê bê navber didome. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê û şahidan, artêşa Îsraîl, beşên Bakur û Başûr ê navenda Xezayê kir hedef.
Di êrîşa li dijî kampa koçberan a li Bureyc û Nusayret de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşa li Nusayrat ku malbata Abu Amir kirî hedef de 7 Filistînî mirin.
Di êrîşa li dijî malek kampa koçberan a Nusayrat ku li rojavayê herêma Hasayine cih digre de di navde bav û kur 3 kes mirin û hinek kes jî birîndar bûn.
Her wiha Îsraîl li bajarê Xezayê derdora navenda Tibê ya Şifa, taxa Nasr û Sabra û derdora kampa koçberan a Şati hate hedefgirtin.
Li bajarên Refah û Han Yunus di êrîşên Îsraîl li derdora navendên belavkirina alîkariyan de gelek kes mirin û birîndar bûn.
Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xeza de jiyana xwe ji dest dane bû 66 hezar û 5, hejmara birîndaran jî giha 168 hezar û 162 kesan. Hate diyarkirin ku hê dibin xirbeyan de bi hezaran cenaze mane.