Di medyayê de dengê jinan ne tercîh e pêdivî ye – GOTAR
Li Somalî ku krîza pevçûnên çekdarî, hîşkesalî û koça bi zorê didome de, di medyayê de teyîsîna rastiya vê tevliheviyê tê dîtin. Dengê jinên ku ji nivî civakê pêk tê di qada medyayê de ji nedîtî ve tê.

LEYLA CAMIA
Hebûna jin di medyayê de ne tenê sûdek pîşeyî ye, di heman demê de karek wêrek a berxwedanê û nîşanek bihêz a veguherînek kûr a civakî ye. Tê wateya şikandina astengiya bêdengiyê ya ku di dîrokê de hatiye ferzkirin û ji nûve pênasekirina mafê kê yê axaftinê li ser navê civakê heye û kî çîrok, hêvî û êşa wê temsîl dike ye.
Jinên Somalî ev demek dirêj e ji qadên giştî tên dûrxistin, dengê wan di qadên siyasî, aborî û heta mijarên mirovî de jî, nehatiye bihîstin. Lê ketina jinên Somalî di nava medyayê de ne tenê derfetek kar e; ew riyek e ji bo ji nû ve şekildana gotûbêjên giştî û bûna dengê kesên bêdeng e. Nebûna jinan tê wateya ku nîvê civakê ji rastiyê tên dûrxistin. Medyayek ku qadek edlane ji bo jinan nas neke, çi qas bi hêz be jî, hê wê kêm bimîn e.
Heqîqet bê beşdariya jinan nayê vegotin
Yek ji erkên herî girîng ên medyayê, ragihandina heqîqetê ye, lê heqîqet bê beşdariya jinan nayê vegotin. Rojnamevanên jin ên Somalî balê dikşînin ser mijarên wek tundiya di nava malbatê de ku gelek caran tê paşguhkirin, zewacên zarok, sineta jinan û bêparmayîna ji mafê perwerdê. Hebûna jinan di odeyên nûçeyan de diyar dike ku ev mijar di bin siyê de namînin û civak şahidiya rastiya bi êş bike û hevrû bibe.
'Dengê jinan di medyayê de pencereyek rast e'
Dema rojnamevanek li ser dayikekê ku zarokên xwe ji ber hişkesaliyê winda kiriye dinivîse, an jî êşa jinên li kampên koçberiyê radigihîne, derfet dide mirovahiyê ku bi fikire û firsenda li çareseriyan bigre dide. Dengê jinan di medyayê de ne tenê dosyayek an jî bernameyek e, pencereya ku jiyanên ku gelemperî di medyaya kevneşop de zêde nayên dîtin e.
Rola medyaya dîjîtal di bihêzkirina jinan de
Di salên dawî de, medyaya dîjîtal ji bo jinan qadên nû yên xwe îfadekirinê vekir. Torên civakî û platformên onlîne, ji bo jinên ciwan ên rojnamevan hebûnên azad da avakirin. Ev platform ne tenê amûrên weşanê ne; platformên ku çîrokên jinan raste rast digihine girseyan, raya giştî a hevseng ava bike ye.
Rojnamevanên jin ên dîjîtal ne tenê qada medyayê berfireh kirine, di heman demê de ji bo nifşên pêşerojê jî bûne çavkaniya îlhamê. Jinên ciwan dema jinek Somalî dibîne bernameyekê pêşkêş dike û dosyayekê lêkolîn dike, fêm dikin ku mafê wan jî heye ku beşdar bibin. Xebata jinan di medyayê de ne luks e, beşek ji mafê wan ê xwezayî ye ku bandorê li wan bikin û biryaran bidin.
Zehmetî û astengî
Tevî van hemû firsendan, astengiyên mezin li pêşiya jinên Somalî di medyayê dene. Gefên ewlehiyê, tundiya li ser bingeha zayendî û cudakariya sazûmanî û civakî, lewazbûna parastina zagonî, kêmaniya perwerde û bernameyên destekê vê riwêtiyê hê zortir dike. Ger ev astengî neyên çareserkirin, wê firsenda pêşxistina azadiya îfadeyê ya jinan sînordar be. Wê nivî civakê ji medyayê dûr bikeve. Tepesandina dengê jinan tê wateya nivê rastiyê paşguh bikin.
Jin hêza guherînê îsbat dikin
Di ti civakan de azadiya îfade, heta para edalane nede jinan wê teman nebe. Dengê jinan di medyayê de ne tenê mafek takekesî ye, pêdiviyek ji bo avakirina civakek demokratîk û berfireh e. Rojnamevanên jin ên Somalî ku bi wêrekî riya xwe di hawîrdorek dijwar de vekirine, îsbat kirine ku guhertin mimkun e. Piştgiriya wan ne luks e, veberhênanek di azadiya civakê de ye.
Hebûna jinan di medyayê de ne tenê bi ragihandina nûçeyan ve sînordar e, di warê perwerde, hesabpirsîn û biryardana giştî jî digre nave xwe. Her nûçeyek tê weşandin gavek ber bi civakeke dadperwertir û wekhevtir ve ye.
Pêwîstî bi piştevaniya jinan heye
Jinên Somalî berê xwe dane xebatên medyayê. Tiştê ku niha hewce ye, piştgiriya sazî û civakî, parastina yasayî, perwerdeya pîşeyî û hevgirtina jinan a navxweyî û derve ye. Ev faktor hemû dengê jinan vediguherîne hêzek rast a guherînê.
Dengê jinan di medyayê de, pêdivîyek e
Civaka Somalî bê bihîstina dengê jinan pêşveçûn û îstîqrarê bi dest bixe. Dengê jinan di medyayê de ne tercîheke, pêdivîyek e. Tekane tişta ku divê bê kirin, destekdayîn û firsenda rastiyê bidin van dengan. Di encamê de dema dengê jinan bilind bû, azadî bi xwe jî bilind dibe. Pêwîstiya Somal niha ji her demê zêdetir bi vê azadiyê heye.
*Aktivîsta Somalî