Heyeta jinan li Swîsreyê bi jinên Suryanî re civiya

Heyeta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Swîsreyê hevdîtinan dike, bi jinên Suryanî re civiya.

Navenda Nûçeyan – Heyeta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiyayê Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û Rêvebera Yekîtiya Jinên Suryan Jorjêt Bersûm pêk tê, li bajarê Unterterzen ê Swîsreyê bi jinên Suryan re li Mala Jiyanê ya Jinan hevdîtin kir.

Jinên Suryanî ku heyeta jinan pêşwazî kir, têkildarî Mala Jiyanê ya Jinan agahî dan. Bi navê heyetê Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer axixvî û li ser armanca serdana Ewropayê û hevdîtinên xwe agahî da.

Rêveberên Yekîtiya Jinên Suryanî jî diyar kirin ku ew parçeyek ji Sûriyeyê ne û li Ewropayê timî karê dîplomasiyê dimeşînin, şoreşa jinan a Rojava ji bo her kesî şensekî girîng e û modela li Rojava dixwazin li tevahiya Sûriyeyê bê pêkanîn.