Nurcîhan Rençber: Werin em hevgirtinê mezin bikin

Nurcîhan Rençber, keça siyasetmedara girtî Huda Kaya ku beriya danişîna dayika wê ya 25’ê Hezîranê ya li Enqereyê bang kir got: “Ez hemû kesên alîgirên heq û edaletê ne, vedixwînim hevgirtinê.”

Navenda Nûçeyan - Di îdianameya di çarçoveya Doza Kobanê de hat amadekirin, ji bo siyasetmedar Huda Kaya ya ku 7 meh in li Girtîgeha Girtî ya Marmaraya Stenbolê tê girtin, 38 cezayên giran ên heta hetayê û 19 hezar û 680 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê ve hat qebûlkirin, Huda Kaya wê di 25’ê Hezîranê de derkeve pêşberî dadger.

‘Piştgiriya ji gelek beşên cuda kêfxweşiyê dide’

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; di dema ku li dijî girtina Huda Kaya bertek hatin nîşandan, nivîskar û ramanwerên îslamî bi sernavê “Ji bo Huda Kaya edalet” kampanyaya îmzeyan dest pê kirine. Keça wê Nurcîhan Rençber ji bo rûniştina 25’ê Hezîranê bê dîtin banga hişyariyê kir. Nurcîhan Rençber ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî, diyar kir ku dayika wê di hemû jiyana xwe de bêyî ku cudahî bixe navbera ol û baweriyan li hemberî zilmê mexdûran parastiye û got: “Nêzikatiya dayika me berî û piştî ku bû parlamenter jî heman bû. Weke hûn jî dizanin niha li Girtîgeha Marmarayê girtî ye. Em dibin şahidên kampanya, piştgirî û hevgirtinê ji gelek beşên cuda. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.”

‘Dayika min jî bi binpêkirina mafan re rû bi rû ma’

Nurcîhan Rençber, diyar kir ku moral û rewşa dayika wê baş e, bal kişand ser şert û mercên girtîgehê û wiha got: “Hûn şert û mercên girtîgehê dizanin. Nîvê Tirkiyeyê bi awayekî bi van şert û mercên xirab re rû bi rû dimîne. Ger ew kes bi xwe yan jî endameke malbata wan muxalif be, dikevin girtîgehê. Li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan û neheqî hene. Ev hê jî diqewimin. Weke yek ji van kesan dayika min jî bi van binpêkirinên mafan re rû bi rû ma û bû muxatabê wê.”

Nurcîhan Rençber, anî ziman ku doza der barê dayika wê de dozeke siyasî ye û got: “Rewşa ku Huda Kaya bi neheqî li girtîgehê tê girtin, bi wê yekê ve girêdayî ye ku ev doz siyasî ye, ne hiqûqî ye. Di vê wateyê de di nava raya giştî de nêrîneke hevpar bi pêş ketiye. Ev bêguman ji bo me cihê rûmetê ye.”

‘Îdianameyeke vala heye û cezayê giran tê xwestin’

Nurcîhan Rençber, anî ziman ku berê jî bi van rewşan re rû bi rû mane û bal kişand ser têkoşîna hîcabê ya di salên 1999’an de û got: “Di sala 1999’an de em bi du xwişkên xwe û dayika xwe re li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê di dema têkoşîna xwe ya hîcabê de bûn. Em ji çapemeniyê hîn bûn ku em bi cezayê darvekirinê tên darizandin. Niha dayika min dîsa di girtîgehê de ye, 38 sal cezayê giran ê heta hetayê û nêzî 20 hezar sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin. Em bi îdianameyeke pir vala re rû bi rû ne û cezayên pir giran tên xwestin.”

Nurcîhan Rençber, diyar kir ku ev darizandin neheq û bêhiqûqî ye û got: “Ji ber vê yekê ez bang li hemû kesên ku alîgirên maf, hiqûq û edaletê ne dikim ku fikrên wan ên siyasî çi bin bila ji bo Huda Kaya hevgirtinê mezin bikin.”