Nobeta Edaletê di roja 485’an de ye
Malbata Şenyaşar di çalakiya îro de vê peyamê dan: “Dozgerên ku her roj li ber dayikê re derbas dibin, dê di cejinê de destên dayikên xwe maç bikin!.”
Riha - Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 485’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê û li dereceyên Edliyeyê nobeta xwe dan destpêkirin.
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Navenda Giştî ya AKP’ê, Serokatiya Rihayê ya AKP’ê û Walitiya Rihayê etiket kir û ev parvekirin kir: “Nav: Emîne Şenyaşar, Temen: 66 du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 4 sal in di dozê de biryara veşartî heye. Kurekî wê 4 sal in di hucreyê de ye. Dozgerên ku her roj li ber dayikê re derbas dibin, dê di cejnê de destên dayikên xwe maç bikin!”