Nobeta edaletê 476 roj in bênavber berdewam dike

Malbata Şenyaşar ku nobeta edaletê didomîne, ev peyam parve kir: “Her tişt ji bo jiyana bi edalet e. Her tişt ji bo welatek bi edalet.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 476’emîn de berdewam dike. Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikaribû tevli bibe kurê wê Ferît Şenyaşar domand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Waliyê Rihayê Salîh Ayhan û Wezareta Dadê etîket kirin û ev peyam dan: “Bi 100 lîre sotemeniyê em di 9’ê Adarê de 3 caran diçûn cihê xwe yê nobetê û vedigeriyan. Îro bi 100 lîreyan em nikarin biçin cihê nobetê. Me jî dolmîşê wek çare ji xwe re dît. Her tişt ji bo jiyana bi edalet. Her tişt ji bo welatek bi edalet e.”