Navên kesên li Tişrînê hatin qetilkirin aşkere bûn

Navên kesên ku di êrişa dewleta Tirk de hatin qetilkirin û birîndar bûn aşkere bûn.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a dagirker îro li dijî welatiyên ku ji bo parastina bendavê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer li Bendava Tişrînê nobedê digirin komkujiyek pêk anî, di encamê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û 19 jî birîndar bûn.

Kesên hatin qetilkirin û birîndar rakirin nexweşxaneyên Tebqa, Reqa û Kobanê. Navên kesên ku di êrişa dewleta Tirk de hatin qetilkirin û birîndar bûn aşkere bûn.  

Navên kesên hatin qetilkirin wiha ne: Omer Hisên Derwêş, Osman Mustefa Îbrahîm û Basim Omer.

Navên birîndaran jî wiha ne: Îlham Xelîl Derwêş (36), Dîlan Murad Xelîl (21), Edle Mustefa Mihemed Elî (24), Azad Idrîs, Yasir Hemîd, Mazlûm Hemo (30), Meryem Henan (70), Mahir Mehyedîn, Kurdo  Mehmûd Hesen, Fatme Omer Elî, Izedîn Hecî Ebas, Osman Îbrahîm, Hîbe Omer Ezîz, Ronîze  û Mihemed Ebdulqadir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve binpêkirina qanûna mirovî ya naveteweyî û sûcê şer e û bang li civata navneteweyî kir ku êrişên Tirkiyeyê rawestîne, welatî û binesaziyê biparêze.