HTŞ’ê li Şamê êrişî malên Kurdan kir

Hat ragihandin ku endamên komên cîhadît ên HTŞ’ê li taxa Zorava ya Şamê êrişî gelek malên Kurdan kirine û talanê dikin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ku çavkaniyên li Şamê ji ajansa me re şandine, komên cîhadîst ên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) îro taxa Zorava ku piraniya şêniyên wê Kurd in, dorpêç kirin û piştre jî bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku zêdetirî 100 kes hatine girtin.

Hat ragihandin ku, HTŞ’ê destpêkê li derdorê gule reşandine, piştre jî bi ser malan de girtine û mal hatine talankirin û heqaret li endamên malbatan hatiye kirin.

Piştî serdagirtinan hêzên êrişkar ji taxê vekişiyane, lê rewşa aloz hîn didome.

Taxa Zorava ya Şamê, piranî ji Kurdan pêk tê. Dema ku rejîma Baas di sala 1963’yan de plana ‘Kemera Erebî’ da destpêkirin, sed hezaran Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bi darê zorê dan koçberkirin. Beşek ji wan Kurdên hatine koçberkirin jî, li taxa Zorava bicîh bûn.