20’emîn salvegera Kongra Star li Qamişlo hat pîrozkirin
20’emîn salvegera damezrandina Rêxistina Kongra Star a Rojava li bajarê Qamişlo bi şahiyek hat pîrozkirin.
Qamişlo – 20’emîn salvegera damezrandina Rêxistina Kongra Star a Rojava li bajarê Qamişlo bi şahîyek hat pîrozkirin. Şahî li Hola Zana ya bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû. Jin bi coş beşdarî şahiyê bûn.
Şahî deyeqek bi rêz girtinê, destpê kir. Paşê berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo axivî.
‘Ji jina azad ber bi netewa demokratîk û jiyana azad ve’
Rihan Logo ya got: “20 emîn salvegera damezrandina Rêxistina Kongra Star em, li Rêberê mirovahiyê û mîmarê azadîyê li Rêberê felsefeya Jin Jîyan Azadî, li Rêber Apo pîroz dikin” wiha axaftina xwe domand: “Rêber Apo tarîtiya ku em tê de bûn, ronî kir. Kongra Star di demên herî zehmet de ku êş tundî û diktatoriya Baas li ser jinan dihat meşandin, di sala 2005’an de bi girubekî biçûk, hat avakirin. Roja îro bi hezaran jin di bin sîwana Kongra Star, de ji tevahî rengan û pêkhateyan cih digrin û asta tekoşînê bilind dikin. Em ê ji jinekî azad, malbatekî azad û Netewekî Demokrtîk ava bikin.”
Têkoşîna 20 salan
Rihan Loqo wiha domand: “Têkoşîna ku 20 sal beriya niha bi pêşengiya jinên Kurd hat destpêkirin tevahî jinan hembêz kir. Hemu jin di vê têkoşînê de xihê xwe digirin. Berxwedana me jinan a ku 20 sal berê destpê kir planên dijmin vala derxist. Ev 20 sal e em têdikoşin û destkeftiyên xwe mezin dikin. Ezmûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî jinên cîhanê re bû nimûne û wê têkoşîna me hê bi mezintirîn bidome.”
Beşdarên şahiyê paşê govend gerandin.
Şahî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.