Komeleya Dayikên Kesên Hatine Revandin bêdengiyê şermezar kir
Komeleya Dayikên Kesên li Yemenê Hatine windakirin, xwest çareserî ji pirsgirêka revandina mirovan re were dîtin, bang li sefîrê Yemenê yê NY’ê û hemû saziyên mafên mirovan kir ku hesab bixwazin.
Yemen – Li Yemena ku nêzî 10 salan e şerê navxweyî lê didome, welat di navbera hikumeta Yemenê, Hûsî û Konseya Derbasbûna Başûr de bûye sê perçe. Li welat binpêkirina mafan û zext her roja diçe zêdetir dibin. Di hedefa van polîtîkayan de jî jin hene. Li tevahiya welat, bi taybetî li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de, nûçeyên binpêkirina mafan zêde dibin. Gelek binpêkirinên weke binçavkirin, windakirin, êrîşa zayendî, girtin û hwd. çêdibin, tevî hemû bangên tên kirin jî saziyên navneteweyî li dijî van binpêkirinan bêdeng in.
Komeleyê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir
Komeleya Kesên Hatine Revandin 14’ê Çileyê roja sêşemê di çalakiya ku ji bo şermezarkirinê, li Taîzê li dar xist de xwest pirsgirêka revandina kesan li Yemenê bi temamî çareser bibe, bêdengiya li dijî sûcên li girtîgehên Hûsiyan li dijî sivîlan, bi taybetî jinan tên kirin şermezar kir.
Di daxuyaniya ji aliyê komeleyê ve hat dayîn de bal hat kişandin ku divê hemû kesên hatine revandin û windakirin demildest bê şert û merc serbest werin berdan û hat diyarkirin ku hê jî di girtîgehan de 815 kesên hatine girtin hene.
Zagon tên binpêkirin
Di daxuyanê de hat diyarkirin ku ev binpêkirin nîşan didin li dijî zagonên navneteweyî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî bêminetî heye û bal hat kişand ku bêyî hincetek zagonî girtina jinan sûc e. Her wiha hat gotin ku berdewamkirina van pêkanînan, ji ber bertekên kêm ên civaka navneteweyî ye loma jî bûye lekeyek reş li eniya wan.
Bang li NY’ê hat kirin
Komeleyê bang li sefîrê NY’ê û hemû saziyên mafên mirovan kir ku li dijî binpêkirinan hesab bixwazin, ji bo kesên hatine revandin werin berdan, biryarên navneteweyî werin pêkanîn, maf bikevin bin temînatê û ji bo tazmînat ji malbatan re were dayîn, gavên cidî û lezgîn werin avêtin.
Komeleyê diyar kir ku ji ber raya giştî ya navneteweyî van sûcan ji nedîtîve tê, teşwîqa bêcezatiyê çêdibe.