Jinên Mexmûrê ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
Meclîsa Îştar a wargeha Mexmûrê li dijî erêkirina biryara cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, banga betalkirina biryarê kir. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tavilê cezayê darvekirinê bê betalkirin.
Mexmûr – Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî nerazîbûn nîşanda û banga rakirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatî birîn, hat kirin.
Daxuyanî li Meclîsa Îştar bi tevlîbûna jinan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Îştar Dilvîn Geverî ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em wek jinên Wargeha Şehîd Rustem Cudî cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan Ezîzî nasnakin. Pexşan Ezîzî li gorî mafê kesekî tevgeriya û di heman demê de pispora partiya civakî bû. Jina Kurd a rojnamevan di heman demê de siyasetmedarek ya Kurd e. Jineke ku ji bo azadiyê têdikoşe. Em di zanîn tekoşîna azadî û wekheviyê ya jinên Kurd û jinên Rojhilat buye hedefa rejîma Îranê. Ne gengaze ku dewletên li Rojhilata Navîn li hemberî polîtîkayên jinê tehemula wan hebe. Li Efganîstan, Suriye, Tirkiye û Iraqê jî rewş bi vî rengî ye.
‘Dixwazin têkoşîna azadiyê ya jinê tune bikin’
Rejîma Îranê ya faşîst bi tepisandina jinê ku ji vê têkoşînê re pêşengtiyê dikin, ne tenê wan di şînin zindanê her wiha cezayê darvekirinê jî li wan dibirin û dixwazin bi van polîtîkayan têkoşîna azadiyê ya jinê bi fetisîne. Pexşan Ezîzî jî yek ji wan jinane ku li dijî vê rejîmê serî rakiriye. Rejîma Îranê ya faşist ji roja destpêkê ve bi zext û ceyayên darvekirinê hewl dide jinan ji têkoşîna wan dûr bixe. Divê tevahî raya giştî li dijî vê cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bike û li beramberî vê bertek nîşan bide. Em tundiya sîstematik ya rejîma molla ya faşîst a Îranê ya li dijî jinê qebûl nakin. Ger hun di vê de israr bikin, wekî Seddam, rejîma Esad wê roj bê û li we bizivire û wê hun tune bibin.
‘Cezayên îdamê nîşaneya rewşa rizyayî ya rejîmê ye’
Têkoşîna Azadiya jinê ya bi qêrîna Jîna Emînî re destpêkir, li Îranê ji bo gelek jin û mirovan bû têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê. Têkoşîna vîna jin a bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî ranewesta û na raweste. Înfaz û cezayên darvekirinê yên di demên dawî de li hemberî xurtbuna têkoşîna siyasî ya gelê Kurd bi hişmendiya tolhildanê tê bikaranîn, ji bo rejîma Îranê bûye navgîneke polîtîk. Cezayên îdamê ku rejîm li gorî xwe weke navgîneke bêdeng kirina muxalefet û destkeftiyên siyasî dibîne, nîşaneya rewşa rizyayî ya rejîmê ye. Ev darvekirin ji bilî mezinkirina hêrsa gelê Kurd a li hemberî rejîma Îranê bi kêrî tiştekî nayê.
‘Îdam sûceke ku li dijî mirovahiyê ye’
Di serî de Neteweyên Yekbûyî hemû saziyên navnetewî wekî deynekî mirovahî û wijdanî divê li hemberî vê hovîtiyê bikevin nava tevgerê û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Îdam sûceke ku li dijî mirovahiyê ye. Ji bo rakirina cezayê îdamê, pêkanîna tekoşînê li dijî Îranê şerte. Bêdengî û xemsarî tê wateya hevkariya vê feraseta kuştinê. Îro dibe Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî be, sibe dibe yek din be. Biryara darvekirina li ser Pexşan Ezîzî ne biryara darvekirina kesek û jinekiye. Li dijî vîna jinê ye. Em vê pêkanînê li hemberî xwe tevayî jinan dibînin. Rejîma Îranê ji vîna jinê di tirse lewma ewqas li ser jinê de tê. Şoreşa Rojava jî bi jinê pêkhat wê Şoreşa Rojhilat jî bi jinê pêk were.
‘Em ji sekna xwe ya azad û yekbûyî gav paşde navêjin’
Em wek jinên Wargeha Mexmûrê ku din banê Meclîsa Îştarê de xwe rêxistin kirine, bi jinên Rojhilat, Rojava, Bakur, Başûr û tevayî Rojhilata Navîn û cîhanê re tekoşînek hevpar dimeşînin û em ê tekoşîna xwe bilind bikin, yekitiya xwe ya jinan xurttir bikin. Mîna li tevahiya cîhanê em ê tekoşîna xwe bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind bikin. Em ê bi jinên bune hedefa polîtîkayên tundiyê yên li Rojhilata Navîn û hemu cîhanê re têkoşîna xwe bi hevre bidomînin û bigihînin serkeftinê.
Em bang li gelê Kurd, hemû jinên tekoşer yên cîhanê dikin ku em hêza xwe bikin yek û bi vîna jinê li dijî vê hovîtiyê rawestin. Her pêkanîneke dijminane ya li ser jinê wê bibe bingehê xurtkirina têkoşînê. Em ji sekna xwe ya azad û yekbûyî gav paşde navêjin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.