MKG bertek nîşanî girtina şîrketa Gezîngî Berbeyan da
MKG bertek nişanî girtîna şîrketa produksiyonê ya Gezîngî Berbeyan li bajarê Silêmanî ji aliyê hêzên asayîşê ve da û bang li rayedaran kir ku biryarê paşde vegerînin.
Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKG) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî serdegirtina 31’ê Kanûna 2024’an ya Asayîşa Silêmanî ya bi ser Şîrketa produksiyonê ya Gizingî Berbeyan da.
Di daxuyaniya MKG de hate diyarkirin ku Şîrketa produksiyonê ya Gezîngî Berbeyan roja dawî ya salê di 31’ê Kanûnê de hêzên asayîşê, hikumeta navendî ya Iraqê, hikumeta herêma federal a Kurdistanê û bi hevkariya saziyên asayîşê yên herêmê, bêyî belgeyek fermî û zagonî girtin.
‘Denge jinê ev 7 sal bû dida bihîstin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Şîrketa produksiyonê ku ev 7 sale li herêmê xebat dide meşandin û hemû xebatkarên wê jin e, li herêmê bûye dengê jinê. Şîrketa produksiyonê ku bername ji bo yekem televizyona jinan JIN TV re çêdikir, ji Hewlêr, heta Silêmanî, Kelar, Dihok û gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwegihand jinan, ji bo aqûbeta jinên bi şewitandinê hatin qetilkirin bû eynik.
‘Dixwazin lê pêşiya heqîqetê bibin asteng’
Hikumeta Navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwazin bi girtina şîrketa produksiyonê li pêşiya derxistina heqîqetê bibin asteng. Em weke MKG em carek din tînin ziman ku em li gel şîrketa produksiyonê ya Gizîngî Berneyanin û em bang li rayedaran dikin ku gavek ji ya din zûtir vê biryarê paşde vegerînin. Hun nikarin dengê jinên rojnameger qut bikin. Ji Gurbetelliyan heta Gulstan, Deniz, Horo û Cîhanan têkoşîna me ya heqîqetê dom kir, di dome û wê bi dome.”