Mihrîcana Şehîd Zîlan li Kobanê hat lidarxistin

Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, azadî, Serbixe Azadî” 3’emîn Mihrîcana Şehîd Zîlan lidarxist.

Kobanê- Têkoşer Zîlan bi navê rast Zeynep Kinaci ku li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, di 30’ê Hezîrana 1996’an de li bajarê Dêrsimê li dijî komek çekdarên dewleta Tirk çalakiya fedayî pêk tîne.  Bi vê çalakiyê re têkoşer Zîlan weke jineke şoreşger ya pêşeng tê destgirtin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe weke şagirê wê pênase dike.

Bi vê wesîleyê, Yekîtiya Jinên Ciwan a ku ev 3 sal in di salvegera çalakiya fedayî de  bîranîna Zîlanê bi riya mîhrîcana çand û hûnerî de lidardixin. Îroj jî li bajarê Kobanê ya kantona Firatê 3’emîn Mîhrîcana Şehîd Zîlan li darxistin ku di nav de jinên ciwan yên ji kantonên Efrîn-Şehba,  Reqa, Qamişlo û Firatê amade bûn.  Mihrîcana ku li qada Jina Azad hat birêxistinkirin, li qadê hîn beş ji nameya têkoşer Zîlan û wêneyên wê, her wiha posterên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn daliqandin.

Di mîhrîcanê de bi sedan ciwan, jin û şêniyên Kobanê amadebûn.

Mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re endama Koordînasyona Kongreya Star Macîde Hesûn axivî.

‘Emê di asta têkoşîna şehîd Zîlan de tecrîdê bişkînin’

Macîde Hesûn wiha got: “Kombûna jinan û gel ya di Mihrîcana Şehîd Zîlan de, careke din hêrs û hêza me ya li dijî dijmin nûjen dike. Şehîd Zîlan ku bi çalakiya xwe de pêşengî ji bo hemû jinan kir, em wê weke xwedawenda azadiyê binav dikin û di têkoşîna xwe de mînak digirin. Di dirêjahiya van 28 salan de, mîrateya têkoşer Zîlan bi riya gelek jinan zindî ma ku Sara û Rûken jî mînakên vê yekê ne. Lewra çawa ku şehîd Zîlan bi bedena xwe bersiva komploya li ser Rêber Apo da, pêwîst dike ku em îroj di heman astê de bersiva tecrîda li Îmraliyê bidin. Bi taybet jî, îro bi saya vê çalakiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji pêkhateyên cuda jin komî gel hev dibin û helwesta xwe ya li hember qirkirin û armancgirtina jinan tînin ziman.”

‘Emê mîrateya şehîd Zîlan mayînde bikin’

Her wiha berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj jî wiha got: “Em weke jinên Ciwan şopdarên xet û têkoşîna şehîd Zîlan in, îro bi hezaran jin di qadên cuda yên têkoşînê de mîrateya şoreşger Zîlan mayînde dikin. Dijminên jinan ji bo ku van destkeftî û hevgirtina jinan a ji bo azadiyê tune bike, 24 seatan di nava hewildanê de ne. Li beramberî vê yekê, îro li qada Jina Azad asta rêxistinbûna jinan ya bi pêşengiya şehîd Zîlan diyar dibe. Em ê jî xwedî vê li hêz û vîna azad derkevin û di kêliyê de têbikoşin û armancên şehîd Zîlan bînin cih.”

Pişt re bernameya mihrîcanê bi komên Esmer ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê, koma Jinên Cûdî, koma Nûcan Serdoz a jinên Ciwan, koma Zenûbya ya şano, Tekwando û rakirina hesin, govenda gêrîla, pêşbirka zanistî, stranbêj Silava Bozo, Mûnetalah Tima û Yesmîn Esker birêve çû.

Mihrîcan bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.