Li kampa koçberên Şengalê teqînek rû da

Li nav Kampa Xankê ya li Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin, teqînek rû da. Hat ragihandin ku Jinekê jiyana xwe ji dest daye û çend kesên din jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Îro piştî saetên nîvro li Kampa Xankê ya ser bi Dihokê ku koçberên Êzidî lê dimînin, teqînek rû da. Li gor zanyariyan, jineke temen 37 salî jiyana xwe ji dest daye û çend kesên din jî birîndar bûne.

Heta niha derbarê sedemê teqînê, hejmar û rewşa birîndaran saziyên fermî tu daxuyaniyek nedane.