Li Îranê ji ber bahoza tozê bi sedan kes rakirin nexweşxaneyan

620 kesên ku ji bahozê tozê ya li Îranê bandor bûne rakirin nexweşxaneyê. Ji ber mesafeya dîtinê ketiye qezayên trafîkê çêbûn.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Sistan-Belucistanê ya Îranê bahoza tozê ya bi bandor, bandorek neyînî li jiyanê kir. Bi sedan kesê ku ji bahozê bandor bûne rakirin nexweşxaneyê.

Li gora agahiyên di Ajansa Nûçeyan ya xwendevanên Îranê (ISNA) de cih girtî; berpirsê rêveberiya bûyeran û beriya rewşa awarte ya Zanîngeha Zanistina Tendirûstiya Zabul Muhammed Halili wiha got: “620 kesên li herêma Sistan ku ji toza bahoza zêde bandor bûne rakirine nexweşxaneyên cûda. Ji vana 25 jê razayî tên tedawîkirin.”

Muhammed Halili diyarkir ku ji ber bahoza tozê mesafeya dîtinê ketiye û di qezayên trafîkê de 16 kes birîndar bûne.