Şanaz Îbrahîm Ehmed: Serweriya Iraqê di metirsiyê de ye

Endama Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê de wiha got: “Li Dihokê bendên kontrolê danîne û kes jî deng dernaxe.”

Navenda Nûçeyan- Endama Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X peyamek parve kir.

‘Serweriya Iraqê di metirsiyê de ye’

Şanaz Îbrahîm di peyama ku li ser X’ perve kir de ev tişt got: “Binpêkirinek mezin a zagona navneteweyî heye, hêzên çekdar ên ser bi dewletek cîran, xalên kontrolê li Dihokê danîne, diçin û tên. serweriya Iraqê di metirsiyê de ye û kes jî dengê xwe dernaxe. Xelkê herêmê ji ber bombebaran û teqînan ditirsin, xelkê li wan herêman dibêjin, ji bo me gotine divê hûn di nava 24 saetan de malên xwe vala bikin. Ger dernekevin, wê bi zorê werin derxistin û di bin bombebaranê de bimînin.”

Ji bo çi bêdeng in’

Şanaz Îbrahîm Ehmed di berdewamiya peyama xwe de wiha got: “Li Dihokê şopa dagirkeriyê diyar e, gelo yên ku li dijî hebûna hêzên hevpeymanê ya bi serokatiya Emerîka ya li Iraqê derdikevin, ji bo çi niha bêdeng in? Gelo sewqiyata zêdetirî 300 wesayîdên zirxî, bi sedan leşkerên biyanî ya ji bo Dihokê, serweriya Iraqê naxe bin pirsyariyê?”

Endama Desteya Rêveber a Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed di dawiya peyama xwe de got; “Di demek ku Bexda û Hewlêrê kampên koçberan digrin û dixwazin ew vegerin ser mal û milkên xwe lê niha Dihok li ber qeyraneke nû ya koçberbûnê ye.”