Filistînî careke din bi koçberiyê re rûbirû ne

Li Zîvala Xezayê ku êrişên Îsraîlê lê berdewam dikin fermana tehliyeya nû hat dayîn. Filistîniyên li başûrê Zîvala Xezayê careke din bi koçberiyê re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Artêşa Îsraîlê der barê bakurê Zîvala Xezayê ku êriş lê dijwar in de fermaneke nû ya tehliyeyê da.

Artêşa Îsraîlê, qeyda deng a ku ji Filistîniyên li herêmên rojava yên bajarê Xan Yûnisê ji cihên xwe bûne re şand re bi gotinên; ‘Herêma bi xeter a şer’ xwest ew der were valakirin. Ji berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya li ser hesabê medyaya dîjîtal X de, ji Filistîniyan xwest herêmên rojavayê bajarê Xan Yûnisê ji ber ewlehiyê vala bikin.

Filistîniyan careke din dest bi koçberiya ber bi herêma El Mevasî ve kirin

Piştî fermana artêşa Îsraîlê, Filistîniyên li rojavayê bajarê Xan Yûnisê careke din ber bi herêma El Mevasî ve koç kirin. Herêma El Mevasî ku dirêjî bajarê Refah û Xan Yûnisê dibe, di nava ‘cihê bi ewle’ ku berê jî artêşa Îsraîlê xwest Filistînî ber bi wir ve koç bikin de cih digirt. Li El Mevasî ku li rojavayê Refahê û cihê bicihbûnê lê tune ye, di asteke mezin de eraziyek vekirî heye.

Nexweşxane jî tê tehliyekirin

Xebatkarên Nexweşxaneya Xeza- Ewropa ku li bajarê Xan Yûnisê ye, piştî hişyariya Îsraîlê ya herêma ku nexweşxane lê ye were valakirin, tehliyeya nexweş, birîndar û cîhazan dest pê kir. Birîndar û nexweşên ku hatine tehliyekirin hat zanîn ku rakirine nexweşxaneya Nasir a li navenda bajar.  

ONCHR: Wê koçberiya bi girseyî rê li ber êşan veke

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X, der barê banga Îsraîlê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî hat xwestin bi hezaran kes ji Xan Yûnisê werin tehliyekirin, fikara xwe anîn ziman û wiha got: “Dibe ku ev koçberiya bi girseyî rê li ber êş û qutbûna malbatan veke.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rewş di mijara pêwîstiyên bingehîn ên xwarin, av, bicihbûnê de bi pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne. 

Artêşa Îsraîlê duh di saetên sibehê yên zû de di daxuyaniyek din de îdia kiribû ku ji herêma Xan Yunusê roket hatine avêtin. Serokê Îsraîlê Benjamîn Netenyahu jî di daxuyaniya ku duh dabû de diyar kir ku beriya rojekê serdana Xezayê kiriye û got: “Di şerê li Refahê tê meşandin de min serkeftinên girîng dît. Em ber bi dawiya ku dê artêşa terora Hamasê berteraf bike ve diçin. Em ê êrişên xwe berdewam bikin.”

Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 37 hezar 900, hejmara birîndaran jî bû 87 hezar û 60 kesan.